Partiya Sûriyeya Pêşarojê bi şêniyên Reqayê re civiya

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi armanca gotûbêjkirina rewşa xizmetguzarî bi şêniyên gundewarê bakurê rojavayê Reqayê re civiyan.

Partiya Sûriyeya Pêşarojê bi şêniyên Reqayê re civiya
Partiya Sûriyeya Pêşarojê bi şêniyên Reqayê re civiya
27 îlon, 2018   14:55

REQA

Civîn li ser daxwaza şêniyên gundê El-Reşîd bi amadebûna bi dehan şêniyên gundê Reşîd û yên derdora wê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre endamê Partiya Sûriyeyê Pêşerojê (HSM) Baran Ehmed li ser geşedanên dawî li herêmê û peymanên ku li ser hesabê gelê Sûriyeyê tên mohrkirin axivî.

Paşê deriyê nîqaş û pirsan ji şêniyan re hate vekirin.

Daxwazên şêniyan têkildarî peydakirina pêdiviyên çandiniyê(semad, mazot û hwd) û pêşkeşkirina xebatên xizmetguzariyê weke qîrkirina riyan, restorekirina dibistanan û navenda çandî bûn.

(şx)

ANHA