Li Tebqayê Foca Duyemîn a Hêzên Taybet tê avakirin

Li Akademiya Şehîda Cûma El-Nezal a QSD`ê, 102 şervanên ji herêma Tebqayê û di çarçoveya ragihandina Foca Duyemîn a Hêzên Taybet a li ser asta Tebqayê de têne perwerdekirin.

Li Tebqayê Foca Duyemîn a Hêzên Taybet tê avakirin
Li Tebqayê Foca Duyemîn a Hêzên Taybet tê avakirin
Li Tebqayê Foca Duyemîn a Hêzên Taybet tê avakirin
Li Tebqayê Foca Duyemîn a Hêzên Taybet tê avakirin
Li Tebqayê Foca Duyemîn a Hêzên Taybet tê avakirin
Li Tebqayê Foca Duyemîn a Hêzên Taybet tê avakirin
Li Tebqayê Foca Duyemîn a Hêzên Taybet tê avakirin
27 îlon, 2018   14:47

UDEYÎ EL-EHMED/TEBQA

Dewreya bi navê Şehîd Elî Reqa beriya 40 rojan hatiye destpêkirin. Di dewreyên de şervan li ser bikaranîna hemû cureyên çekan, perwerdeyên bedenî, şêwazên şerên kolan û bajaran tên perwerdekirin. Tê payîn ku dewre di hefteya pêşiya me bi dawî bibe.

Şervan bi armanca xurtkirina karînên xwe yên leşkerî, displîn û cesareta xwe ji bo bicihanîna peywirên ku ji wan tên xwestin di van dewreyan re derbas dibin.

Kamîreya ajansa me aliyekî ji perwerdeyên leşkerî û teknînkî ku şervan li akademiyên dibin şopand.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya vê bi du mehan avakirina Foca Hêzên Taybet a Yekemîn bi navê Şehîd Qendîl Sehlebiyê hatibû ragihandin.

(şx)

ANHA