Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir

Navenda Şopdarên Rojê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Dêrikê pêşangeheke wêneyan vekir. Pêşangeh ji bajarê Dêrikê dest pê dike û dê li bajarên Bakurê Sûriyeyê yên din jî were lidarxistin.

Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir
Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir
Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir
Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir
Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir
Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir
Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir
Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir
Navenda Şopdarên Rojê pêşangeheke wêneyan vekir
27 îlon, 2018   12:57

EMARA CÛDÎ – ÎSAM ABDULLAH / QAMIŞLO

Îro şêniyên Dêrikê berê xwe da Navenda Çand û Hunerê ya Dîjle da ku beşdarî pêşangeha wêneyan bibin. Di pêşangehê de 100 wêneyên cuda, di nav de wêneyên şervanên YPJ/YPG`ê û wêneyên zarokan, hatin pêşkêşkirin.

Endamê Navenda Şopdarên Rojê Reşo Kasan got ew pêşangeha xwe diyarî giyanê şehîdên Berxwedana Serdemê dikin.

Reşo Kasan tekez kir ku dê pêşangeha xwe li piraniya herêmên Bakurê Sûriyeyê li dar bixin û destnîşan kir ku hewl didin pêşangeha xwe li bajarê Helebê û kantona Şehbayê jî li dar bixin û ew yek ji li gorî derfetan e.

Her wiha berpirsan diyar kir ku armanca wan ji lidarxistina pêşangehê ew e ku rastiya Şoreşa Rojava, çanda gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê di rêya pêşangeha xwe re diyar bikin.

Ji aliyekî din ve Reşo Kasan destnîşan kir ku dê di pêşangeha xwe de pirtûkan jî pêşkêş bikin.

Her wiha ji kar û xebatên pêşangehê belgefîlmek ku ji aliyê Navenda Şopdarên Rojê ve hatiye amadekirin dê were pêşandan.

Pêşangeh îro li bajarê Dêrikê hate lidarxistin. Di 29`ê Îlonê de pêşangeh dê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî kantona Qamişlo were lidarxistin.

(bx)

ANHA