PYD’ê li Sirînê civînek li dar xist

PYD’ê civînek bi rûspiyên eşîran re li navçeya Sirînê li dar xist. Di civînê de Şahoz Hesen diyar kir ku heta niha di navbera MSD û hikumeta Sûriyeyê de tu lihevkirin çênebûne.

PYD’ê li Sirînê civînek li dar xist
PYD’ê li Sirînê civînek li dar xist
PYD’ê li Sirînê civînek li dar xist
PYD’ê li Sirînê civînek li dar xist
PYD’ê li Sirînê civînek li dar xist
27 îlon, 2018   12:54

KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Sirînê ya Kobanê bi rûspiyên eşîran û endamên PYD’ê yên navçeya Sirînê ya Kobanê re, der barê pêşketinên siyasî yên li Sûrîyeyê de civînek pêk anî.

Di civînê de gelek rûspiyên eşîran û endamên PYD’ê amade bûn.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê hate lidarxistin. Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen li ser rewşa siyasî ya Sûriyeyê axivî û diyar kir ku hin pêşketin çêdibin, mijara Idlibê ku hîna nîqaş li ser tên kirin, dewleta Tirk bi itîfaqa Rûsyayê re, derbasî Idlib, Cerablus û Efrînê bûye û li wir jî komên çete komî hev bûn.

Şahoz Hesen di berdewama axaftin xwe de diyar kir ku li Efrînê rojane dizî, revandin, talan tên kirin û wiha pê de çû:”Şerê ku li Sûriyeyê tê meşandin diyar e ku ji bo siyaseta hêzên navneteweyî û berjewendiyên wan  di Sûriyeyê de ye.”

 Hesen wiha got: “Divê her welatiyekî Sûriyeyê xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe da ku  Sûriyeyeke demokratîk ava bibe.”

Şahoz Hesen her wiha diyar kir ku heta niha di navbera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û hikumeta Sûriyeyê de tu lihevkirin çênebûne.

Paşê hevserokê PYD ê Şahoz Hesen bi endamên PYD’ê yên navçeya Sirînê re civînek cûda li dar xist. Di civînê de kar û xebatên PYD`ê hatin nirxandin.

(hh/hk)

ANHA