Welatiyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Salih re xwest

Welatiyên kantona Girê Spî sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Ehmed Salih re xwest.

Welatiyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Salih re xwest
Welatiyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Salih re xwest
Welatiyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Salih re xwest
Welatiyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Salih re xwest
Welatiyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Salih re xwest
Welatiyên Girê Spî sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Salih re xwest
27 îlon, 2018   12:18

GIRÊ SPÎ

Bi dehan welatiyên Girê Spî sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Salih re xwest ku dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd li gundê El-Hiwêce hate vedan.

Di merasîma sersaxiyê de nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan, meclisên kanton û navçeyan, bi dehan welatiyên Girê Spî û şervanên QSD'ê amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk li Girê Spî Kedîm Ibrahîm lehengiya şehîdan di destkeftiyên şoreşê de diyar kir. Di dawiya merasîmê de, Kedîm soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Şehîd Ehmed Salih dema ku erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bû û li Goristana Şehîd Mehmûd Temê hate veşartin.

(jo)

ANHA