Jinên Reqayê kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Jinên Reqa û Gundewarên Wê bi daxuyaniyekê kiryarên artêşa Tirk a dagirker der barê gelê Sûriyeyê de şermezar kirin.  

Jinên Reqayê kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin
27 îlon, 2018   12:07

REQA

Bi dehan jinên Reqa û gundewarên wê, endamên meclisên jinan li navenda Meclisa Jinên Sûriyeyê kom bûn û têkildarî kiryarên ku li dijî jinên Efrîn, Siwêda û Idlibê têne kirin, daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan Xaliya El-Kecwan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Bi navê Meclisa Jinan li Reqa û Gundewarên Wê em pişgiriya gelê Efrîn, Idlib û Siwêdayê dikin. Em hemû planên li dijî gelê Sûriyeyê têne kirin ku dixwazin îradeya gelan têk bibin, şermezar dikin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyeyê berfireh bike, xaka Sûriyeyê dagirker bike. Roj bi roj hovîtiya wan di kiryarên wan ên hovane û neexlaqî de li dijî gelê me û bi taybet li dijî jinan diyar dibe.

Jin rastî kiryarên hovane û neexlaqî tên. Em bêdengiya rêxistinên mafên mirovan der barê hovîtiya dagirkeran li dijî gelê Sûriyeyê de şermezar dikin. Em piştgiriyê didin hemû gelên Sûriyeyê û ji mafê wan e ku çarenûsa xwe diyar bikin û parastina yekitiya ax û gelê Sûriyeyê bikin.

Baweriya me bi şervanên QSD`ê heye ku dê piştgiriya jinên Sûriyeyê bikin ku di şexsê şehîd Barîn û Sosin de hêza xwe ji hemû cîhanê re îsbat kir.

Em wek rêveberiya jinên Reqayê soz didin ku em ê kelemê çavê hemû kesan bin ku dixwazin xaka Sûriyeyê dagir bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û jinên wê bi dawî bû.

(bx)

ANHA