Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir

Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca peydakirina pêwîstiyên şêniyan ên nan, Firneya Tewfîq ji nû ve vekir.

Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
Şaredariyê firneyek ji nû ve aktîf kir
27 îlon, 2018   10:14

SÎLVA MUSTEFA – ROZANA DADO / HELEB

Firneya Tewfîq dikeve aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd. Firne bi başbûna nanê xwe dihat naskirin. Lê ji ber aloziya Sûriyeyê û dorpêça li derdora Helebê firne hate sekinandin.

Piştî ku Firneya El-Endelos li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate vekirin, ji ber pêwîstiyê û ji ber vegera şêniyên taxê careke din firne vekir.

Mekanîzmaya kar a firneyê

6 xebatkar di firneyê de dixebitin. Ji saet 6:00’an hata 12:00’an kar dikin. Şaredarî mazot û arvan ji firneyê re peyda dike. Li gorî berpirsan di rojekê de 2 ton ard dibe nan. Ji bilî roja Înê ji ber nan zêde tê xwestin, 3 ton ard tê xerckirin.

14 nan bi buhayê 100 lîreyên Sûrî tê firotin. Li sûkê jî 7 nan bi 100 lîreyan tên firotin.

Berpirsê firneyê Heyder Wehîd destnîşan kir ku tevî ku nan zêde ji Firneya Selahedîn tê kirîn lê ji bo ku şaredarî pêwîstiyên şêniyan pêk bîne, Firneya Tewfîq vekir. Wehîd destnîşan kir ku şaredariyê ji bo xizmeta şêniyan firne vekir û nan bi hêsanî tê peydakirin.

Xebatkarê Firneya Tewfîq Mihemd Hebîb got ev 9 roj e di firneyê de dixebitin, di rojê de 6 saetan kar dikin da ku nan ji şêniyan re peyda bikin.

(bx)

ANHA