Ebadî fermandarê çalakiyan ê parêzgeha Besrayê ji kar derxist

Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî biryara derxistina fermandarê çalakiyan a parêzgeha Besrayê ji karê wî da.

Ebadî fermandarê çalakiyan ê parêzgeha Besrayê ji kar derxist
27 îlon, 2018   09:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê daxuyand ku serokwezîrê giştî yê hêzên çekdar Dr.Heyder El-Ebadî, Cemîl Kemêl El-Şemrî ji Fermandariya Çalakiyan a Besrayê derxist û ew kir serokê Zanîngeha Parastinê ya Zanyariyên Leşkerî.

Beriya demekê li parêzgeha Besrayê şênî ji ber rewşa xizmetguzariyê û qirêjbûna avê derketin xwepêşandanan û şer di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pêk hatin.

(jo)