Jiyana kampê jin bi rê ve dibin

Gelek pirsgirêk û dijwarî rastî jinan li kampa Eyn Îsa tên, lê dîsa jî jin bi israr kar û xebatên xwe didin meşandin û ji bo kampê bûne kaniya jiyanê.

Jiyana kampê jin bi rê ve dibin
Jiyana kampê jin bi rê ve dibin
Jiyana kampê jin bi rê ve dibin
Jiyana kampê jin bi rê ve dibin
Jiyana kampê jin bi rê ve dibin
Jiyana kampê jin bi rê ve dibin
27 îlon, 2018   10:19

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Di kampa Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ya herêma Firatê de nêzî 13 hezar koçber dijîn. Di nava wan de nêzî 4 hezar û 250 jin hene. Dema ku mirov di rex kampê re derbas dibe, tevgera jinan di kampê de bi awayekî berbiçav dibîne. Di kampê de bi awayekî sereke jiyan ji aliyê jinan ve tê birêvebirin.

Ev rewş diyar dike ku di kampê de pirsgirêkên rastî jinan tên, li pêşiya wan nabin asteng û jin ji bo ku jiyan li kampê berdewam bike, bi roleke girîng radibin.

ANHA