DMME serlêdana Ocalan red kir

DMME serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a mûwekîlê wan rastî îşkencê û mûameleyên xerab hatinê red kir.

DMME serlêdana Ocalan red kir
27 îlon, 2018   09:41

NAVENDA NÊÇEYAN 

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a mûwekîlên wan di sala 2010’an de rastî îşkencê û mûameleyên xerab hatinê red kir.

Parêzerên Ocalan di sala 2010’an de serlêdan kiribûn û gotibûn: “Li Girtîgeha Îmraliyê, di sala 2008’an de, gardiyenan di dema lêgerîna qawîşê de, mûameleya xerab û û îşkence li mûwekîlên wan kirine.”

Di heman demê de, di serlêdana ji bo Dadgeha Strasbûrgê ya bi giliya Ocalan rastî mûameleyên xerab ên fîzîkî û devkî hatine de, Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropayê (HMME) got ku Tirkiyeyê madeyên 2 a derbarê mafê jiyanê de, 3 a derbarê qedexekirina îşkence û mûamelya xerab de, 6 a derbarê mafê darizandina adîlane de, 13 a derbarê mafê serlêdana bi bandor de û 14 ya derbarê qedexekirina cudakariyê de îhlal kirine. 

Hat diyarkirin ku biryara dawî di nava rojê de bê parvekirin.