Sêgoşeya Eşrefiyê hîna jî şahidê berxwedanê ye

Taxa Eşrefiyê yek ji taxên bajarê Helebê ye. Ev tax gelek taxên din digihîne hev. Eşrefiye ji taxên gelêrî yên Helebê ye. Sêgoşeya Eşrefiyê bi şûnwar û avahiyên xwe yên talankirî bû şahidê şer û êrîşan û her wiha bû şahidê berxwedana Yekîneyên Parastina Gel(YPG/YPJ`ê) ta rizgar bû.

Sêgoşeya Eşrefiyê hîna jî şahidê berxwedanê ye
Sêgoşeya Eşrefiyê hîna jî şahidê berxwedanê ye
Sêgoşeya Eşrefiyê hîna jî şahidê berxwedanê ye
Sêgoşeya Eşrefiyê hîna jî şahidê berxwedanê ye
Sêgoşeya Eşrefiyê hîna jî şahidê berxwedanê ye
Sêgoşeya Eşrefiyê hîna jî şahidê berxwedanê ye
27 îlon, 2018   05:44

MIHEMED EBDO/HELEB

Taxa Eşrefiyê mîna gelek taxên Helebê bi agirê şer hate sotin. Yek ji deverên ku bû şahidê van şer û êrîşan, devera El-Museles e(Sêgoşe). Ji vê herêmê tenê bermahî mane. Ev bermahî çîrokên bûyer û şerên ku li vê noqteyê rû dane vedibêjin.

Sêgoşeya Eşrefiyê di navbera dema berê û niha de

Devera Sêgoşeya Eşrefiyê 4 taxên Helebê Eşrefiyê, Şêxmeqsûd, Benî Zêd û Seken El-Şebabî digihîne hev. Tevî wê jî li ser kolanên sereke di navbera her du taxên El-Eşrefiye û Şêxmeqsûd de  ye.

Dîroka Sêgoşeya Eşrefiyê vedigere 1982`yan. Ev noqte wê demê herêma muxelefeyên avahiyan ji aliyê hikumeta Sûriyeyê bû. Hemû avahî bê ser û ber hatibûn avakirin. Di devera ku 4 tax dighîne hev du qadek vala çêbû. Şêniyên wan taxan li hevkirin û li şûna wê qada vala sêgoşeyek avakirin. Piştre ev sêgoşe veguherî noqteyek bazirganî girîng ji şêniyên wan taxan re.

Paşê gelek projeyên xedemî li Sêgoşeya Eşrefiyê hatin vekirin û hejmara dikanan zêde bûn. Sêgoşe bû noqteya rawestandina erebeyên veguhestinê ji bajêr û derveyî bajêr.

Sêgoşe bû noqteya destpêkirina bi dehan xwepêşandinan gelêrî

Bi destpêka Şoreşa Rojava re, Sêgoşeya El-Eşerfiyê veguherî noqteya destpêkirina bi dehan xwepêşandin û serhildanên gel ên ku banga yekîtiya gelê Kurd û li dijî siyaseta rêjîma Sûriyeyê li hemberî gelê Kurd. Her wiha şêniyan razîne bûn ku giropên çekdar derbasî taxan bibin.

Noqteya oprasyonên leşkerî

Ji ber girîngiya Sêgoşeya Eşrefiyê, di sala 2013`an de çeteyên girêdayî dagirkera Tirk bi hemû hêzên xwe yên kleşkerî û locistîk noqte kirin bin serweriya xwe û ew weke noqteyek leşkerî ku ji wir tevî taxa Şêxmeqsûd, taxên rojavayê Helebê topbaran dikirin bi kar anîn.

Di demên di nav bera 2013`an û 2016`an de ev noqte veguherî noqteya herî xeter, ji ber bicihbûna sekvanîn çeteyan ji aliyekî û ji aliyê din sekvanên rêjîma Sûriyeyê.

Welatiyê bi navê Hisên Omer ê ku ji şêniyên herêmê yên resen û şahidê bûyerên Sêgoşeyê got: ``Guleyên sekvanan ji herêmê qut nedibûn. Me nedizanî ji ku ve tên. Tevî wê gelek top bi ser me de dihatin.`` 

Hisên destnîşan kir ku di dirêjahiya 3 salan zêdetirî 30 sivîl li derdora Sêgoşeyê birîndar bûn. Hindek ji wan hatin xilaskirin lê hindek din jî bûn qurbana guleyên sekvanan û Sêgoşe bi Sêgoşeya Bermoda şayesand; ên ku diçin wir venagerin.

Li gorî gotinên Hisên çekdaran gelek şêwazên tirs û xofê der heqê welatiyan de pêk anîna û şênî bi danê zorê ji malên wan derxistin. Her çiqas Hisên xwest li mala xwe bimîne, lê ji ber tehdîdan neçar ma ji mal derkeve.

Ji ber berdewamkirina binpêkirinên ne exlaqî yên çeteyan der heqê welatiyan de û li ser banga şêniyên taxa Eşrefiyê şervanên Yekîneya Parastina Gel YPG/YPJ`ê di dîroka 16`ê Sibata 2016`an de dest bi rizgarkirina taxê kirin. Piştî 4 mehan sê taxên (Eşrefiyê, Benî Zêd û Seken El-Şebabî rizgar kirin û şênî vegerîn malên xwe di nav de malbata Apê Hisên.

Sêgoşe şahidê berxwedanê ye

Piştî şerên dema dirêj û piştî rizgarkirina YPG/YPJ`ê Sêgoşeya Eşrefiyê. Sêgoşe ma û bû şahîdê berxwedanê û fedakariyên şervanan.

Ruxmî ku Şaredariya Gel a Helebê zêdetirî 4 pêngavên paqijkirinê da meşandin lê ji ber kêm alavên şaredariyê û wêranbûna ku gihaştiyê herêmê, zehmet e

(şx)

ANHA