`Biryara Dozgeriya Cezayan a Yekem biryarek ne dadî ye`

Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyeyê Mehmûd Hemdek tekez kir ku biryara Dozgeriya Cezayan a Yekem biryarek ne dadî ye û şikandina vîna gelên ku bi fikrên Ocalan bawer in. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kir ku mudexel bikin û Ocalan serbest berdin.

`Biryara Dozgeriya Cezayan a Yekem biryarek ne dadî ye`
27 îlon, 2018   05:46

BASIL REŞÎD / ŞEHBA

Dewleta Tirk ku bi salane tecrîdek giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, hevdîtinên wî bi parêzer û malbatê red dike. Ji aliyê din ve Dozgeriya Cezayan a Yekem a Bursayê di 16`ê Îlonê de cezaya qedexekirina hevdîtinan bi parêzeran re heta 6 mehan li Ocalan birî.

Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyeyê yê Kantona Şehbayê Mehmûd Hemdek bal kişand ser biryara dozgeriye û tekez ku ev biryar ne adile.

Di hevpeyvînê de Mehmûd Hemdek destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber tirsa xwe ji fikrên Ocalan ku azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn armanc dike, tecrîdek giran li Ocalan ferz dike.

Biryara Dozgeriya tirsa wan ji Ocalan nîşan dide

Her wiha Hemdek destnîşan kir ku, biryara Dozgeriya Cezayan a Yekem bi girankirina tecrîdê li Ocalan biryarek ne dadî ye. Bi vê yekê dixwazin Ocalan ji bûyer û geşedanên ku li herêmên rû didin dûr bixine ye. Ev jî tirsên wan ji fikrên Ocalan yên ku mufteya çareseriya hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn e, isbat dike.

Bi milyonan mirov li dû Ocalan dimeşin

Hemdek diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava  bi milyonan şêniyên Bakurê Sûriyeyê li ser rêgeza Ocalan meşiyan e. Ji ber ku baş di zanîn fikrên Ocalan misogeriya azadiya wan e.

Hemdek ev tişt anî ziman: "Ferzkirina tecrîdê li ser Ocalan, binpêkirina aşitiy û demokrasiya li herêmê ye û şikandina vîna gelên bi fikr û felsefeyên wî bawerin e."

Di dawiyê de Hemdek bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kir ku bi lez mudexele bikin, tecrîdê rakin û Ocalan serbest berdin.

(şx)

ANHA