ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.09.2018
27 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Li navçeya Dirbêsiyê li Şehîdgeha Rustem Cûdî merasîmê bîranîna 23 şehîdan, di nav de fermandar Rustem Cûdî tê lidarxistin. Saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê şehîdan meha Îlonê bi merasîmekê bi bîr tînin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Taxa Eşrefiyê mîna gelek taxên Helebê bi agirê şer hate sotin. Yek ji deverên ku bû şahidê van şer û êrîşan, devera El-Museles e(Sêgoşe). Ji vê herêmê tenê bermahî mane. Ev bermahî çîrokên bûyer û şerên ku li vê noqteyê rû dane vedibêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen diyar kir ku ew bi partiyên kurdî yên Rojava re civiyane da ku derbarê rûdanên li Sûriyeyê û Kurdistanê pêk tên yek nêrîn bidin avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mehmûd Hemdek tekez kir ku biryara Dozgeriya Yekem biryarekî ne dadî ye, armancên xwe îradeya gelê ku bi ramanê Ocalan bawer e bişkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Yekîneya tevgerî ku ji 4 şervanên YPG'ê û 2 şervanên YPJ'ê pêk dihat û di çalakiyên bibandor de pispor e, roleke mezin di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de li navçeya Bilbilê heta navçeya Şêrawa lîst. Yekîneyê ziyaneke mezin bi êrîşkaran kir. Ev çîroka berxwedanê şervanekî heman yekîneyê yê bi navê Zehredîn Kobanê ji ajansa me ANHA'yê re vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di mijara dosyaya Idlibê de roj bi roj guhertin û veguhertinên nû derdikevin pêş, her hêzeke navdewletî ji bo berjewendiyên xwe bi vê herêmê de pêk bînin di pêşbirkê de ne, li beramberî wî jî dagirkeriya Tirkiyê û Rûsya di çarçoveya tîfaqa avakirina herêmeke bê çek hewl didin aloziya Sûriyeyê kurttir bikin. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Şopdarên Rojê pêşengeheke wêneyên fotogafî li ser asta Bakurê Sûriyeyê li navenda Çand û Hunerê ya Diclayê organîze dike.

-Çalakiyên hunerî ya Tevgera Çand û Hunerê ya bi armanca piştgiriya Pêngava Rizgarkirina Efrînê li Şehbayê têne lidarxistin dê werin şopandin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Beriya 8 salan dibistana gundê Mihêsin bûbû bargehek perwerdekirina çeteyan û depokirina çekên wan. Dibistana gundê Mihêsin yê navçeya Silûkê ya girêdayî Girê Spî deriyên xwe ji nû ve ji bo pêşwazîkirina xwendekaran vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Kobanê ji bo veguhastina dikanên pîşeyî li derveyî bajêr, avakirina bajarekî pîşeyî yê biçûk plan dike. Lê ev proje di navbera lêçûna zêde de û nakokiyên şêniyan de maye. Hinek şênî bi pêkanîna projeyê re ne û hindek din jî jê ne razî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Baxçeya Zarokan a Suryanî ya bajarê Hesekê veguherî navendekî ji bo parastina çand û hunera gelê Suryan, piştî ku mîna hemî kêmneteweyên herêmê hatibûn çewisandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Taxa Şehîd Xebatkar ango ku berê gundê Memîtê bû, pirsgirêkên tevlêbûna avê û kanalîzasyonê di binê erdê de heye. Ji ber ku welatiyên taxê bîran dikolin û dema ku av dernakeve wan bîran dikin cihê kanalîzasyonê. Şaredariya bajêr vê yekê rexne dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA