‘Dengê rastiyê li ku be, dibe hedefa dewleta dagirker’

Ev salek e ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî frekansên Radyoya Waşûkanî ya Serêkaniyê dike. Radyoyê ji ber êrîşên dewleta dagirker frekansa xwe guherî. Xebatkara radyoyê Lîloz Bedrî wiha got: "Dengê rastiyê li ku be, dibe hedefa dewleta dagirker.”

‘Dengê rastiyê li ku be, dibe hedefa dewleta dagirker’
‘Dengê rastiyê li ku be, dibe hedefa dewleta dagirker’
‘Dengê rastiyê li ku be, dibe hedefa dewleta dagirker’
26 îlon, 2018   05:37

HESEKÊ  

Radyoya Waşûkanî wek îhemû destkeftiyên Bakurê Sûriyeyê û Rojava, dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Yek ji herêmên ku dewleta dagirker dike hedefa êrîşên xwe jî Serêkaniyê ye. Dewleta dagirker di bin erdê de êrîşî ava herêmê, li ser erdê jî êrîşî gelê Serêkaniyê û heman demê de êrîşî Radyoya Waşûkanî dike.

Radyoya Waşûkanî, radyoya herêma Serêkaniyê ye, di 28’ê Sibata 2014’an de hat vekirin û rojane 15 saetan weşanê dike. Bi giştî 13 endamên radyoyê hene û bi kurdî û erebî weşanê dike.

Ji ber êrîşan frekans guherîn

Dewleta dagirker ev salek e êrîşan dibe ser frekansên radyoya Waşûkanî, bi taybet di her sê mehên dawîn de her roj êrîşî frekansên radyoyê dikir. Radyoyê destpêkê li ser frekansa 89.7 weşan dikir, lê ji ber ku her roj êrîş li ser radyoyê dihatin kirin, beriya hefteyekê radyoyê frekansa xwe guherî. Destpêkê frekansa Radyo Waşûkanî tenê li bajarê Serêkaniyê û bajarê Kaniya Xezalan a Bakurê Kurdistanê dikişand, lê piştî ku radyoyê frekansa xwe guherî, niha li Serêkaniyê û gundên wê, li navçeya Zirgan, Til Temir û Kaniya Xezalan dikişîne.  

Rêveber û xebatkara radyoyê Lîloz Bedrî xebatên radyoyê û armanca êrîşên dewleta dagirker, ji ajansa me re nirxandin.

Lîloz diyar kir ku armaca wan a vekirina Radyoya Waşûkanî ew bû ku li Serêkaniyê dengê gel, rastiya neteweya demokratîk û dengê rastiyê ragihînin gel. Lîloz destnîşan kir ku Serêkaniyê bi pir rengiya gelên cuda tê  nasîn û wiha got: “Li Serêkaniyê Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî û Çeçen dijîn. Radyoyek ku reng û dengê hemû gelan tê de cih bigire, pêwîst bû. Ji bo wê jî em ji Radyoya Waşûkanî re dibêjin dengê neteweya demokratîk. Di weşanê de bernameyên civakî, çandî, siyasî, kar û xebatên jinan, daxwazên gel û bûyerên rojê tên weşandin. Em dengê rastiyê digihînin gelê xwe.”

‘Em ê bi xurtkirina karê xwe bibin bersiva êrîşan’

Lîloz da zanîn ku dewleta dagirker di her alî de êrîşê destkeftiyên gelê Rojava dike û wiha axivî: “Ew çend êrîş bikin, em bi hêztir bersiva wan didin. Wan êrîşî frekansa me kir, me bi frankasek baştir û xebatek xurtir bersiv dan êrîşên wan. Dewleta Tirk a ku her tim qala azadiya ragihandinê dike, ne tenê ragihandina di nava xwe de, dengê rastiyê li ku hebe dike hedefa xwe. Li rexma em ne di sinorên wan de jî ew bi bêzagonî maf di xwe de dibîne ku êrîşê me bike. Ew çend êrîşî dengê rastiyê bikin, em ê bi xurtkirina karê xwe li dijî êrîşên wan têkoşînê bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rejîma AKP`ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi dehan malper, televîzyon, ajans û radyo ku rastiya AKP`ê ji her kesî re aşkera dikir, bi hincetên cuda girtin. Her wiha li rojavayê Kurdistanê jî dewleta Tirk a dagirker di sala 2017`an de êrîşî Radyoya Rojava ya li çiyayê Qereçoxê kir û di encamê de hin xebatkarên wê şehîd bûn.

(ekip/kc)

ANHA