ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.09.2018
26 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Şêniyên navçeya Amûdê ya li dijî binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê xwepêşxandanekê li dar dixin. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê 3 şervanên QSD‘ê yên di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya şerê tunekirina terorê de şehîd bûne li goristana Şehîd Hanî El-Hesen bi merasîmekê têne veşartin. Saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Xebatên sererastkirina Goristana Şehîdên Minbicê ber bi dawîbûnê ve diçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li dibistana Sersozrî an Girê Dolê an jî Meştenûrê efsaneyên qehremaniyê hatin rêzkirin. Şervanên YPG û YPJ‘ê bi pêşengtiya Êrîş û Zozan bi çekên sivik û kêm berxwedaniyeke bê hempa dane meşandin  û ji bo azadiya Kobanê bedena xwe kirin mertal û bûne sembolên fedayetiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Apê Ebdulfah Nebo yê ji Efrînê di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê lingê xwe wiha dike, dibêje ku rojeke jiyana wî bimîne ew ê vegere Efrînê. Her wiha bang li şêniyên Efrînê dike ku li pey lîstokên dewleta Tirk nekevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev salek e ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî frekansên Radyoya Waşûkanî ya Serêkaniyê dike. Radyoyê ji ber êrîşên dewleta dagirker frekansa xwe guherî. Xebatkara radyoyê Lîloz Bedrî wiha got: "Dengê rastiyê li ku be, dibe hedefa dewleta dagirker.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- AKP'ê rêbaza Îxwan Muslimîn a radîkal û rêbaza neteweperestiyê ya Osmaniyan xist nava hev. Vê yekê hişt ku parçebûneke mezin di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de pêk were û rewşa hundirîn a Tirkiyeyê bêtir aloz kir û gihaşt asta ku têkiliyên wê bi Amerîka û dewletên rojavayî re qut bibin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê û gundewarên wê Farûq El-Meşî îdiayên Tirkiyê ser nexşeriya ketina wan a Minbicê derewand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinan a herêma Tebqayê xebatên amadekariyên depokirina xwarinê ji bo zivistanê berfireh dike û gelek cure bi dawî kirin û dest bi cureyên nû kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- 5 jinên navçeya Tirbespiyê bi hevkariya Rêveberiya Navenda Kooperatîfan kargeheke çêkirina Med Erebî vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên hunerî ya ku Navenda Çand û Hunerê ya Efrînê bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê daye destpêkirin, dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Navçeya Dirbêsiyê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê amadekariyên vekirina stadekê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Çandinî û Yekitiya Cotkaran û Berhemên Sewaldariyê ya navçeya Til Hemîsê bi armanca avakirina kooperatîfan civînekê li navenda çandê li dar dixe. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Kobanê ji bo veguhestina dikanên pîşeyî derveyî bajêr, avakirina bajarek pîşeyî biçûk plan kir. Lê ev proje di nav lêçûna zêde de û nakokiyên şêniyan de ma ye. Hinek şênî bi pêkanîna projeyê re ne û hindek din jî ne razî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber neguncewbûna hawîrdora herêmê, hêştir nedihatin xwedîkirin. Lê niha diyardeya xwedîkirina hêştiran li navçeyên Girkê Legê zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê xebatên sererastkirin û restorekirina pompa avê ya El-Widyan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA