Li Reqayê 3 focên leşkerî hatin avakirin

Tûgeya Şehîd Îlan Kobanê ya QSD‘ê dewreya pewerdeyê yên 3 focên leşkerî bi merasîmekê bi dawî kir.

Li Reqayê 3 focên leşkerî hatin avakirin
Li Reqayê 3 focên leşkerî hatin avakirin
Li Reqayê 3 focên leşkerî hatin avakirin
Li Reqayê 3 focên leşkerî hatin avakirin
25 îlon, 2018   18:32

REQA

Dewreya perwerdeyê ya sêyemîn bi tevlêbûna 800 şervanî beriya du mehan destpê kiribû.

Di merasîmê qedandina dewreyan de, nûnerên Meclisa Sivîl a Reqayê, şervanên YPG, YPJ, buroya têkiliyên giştî ya leşkerî y Reqayê, nunerên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û hejmarek şêx û rûspiyên herêmê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, paşê şervanên tev li dewreyê bibûn merasîmeke leşkerî li dar xistin.

Ji fermandarên QSD‘ê Luqman Xelîl şervanên tev lî perwerdeyê bibûn muxateb kir û got: "Perwerdeya siyasî û leşkerî ji bo we tecrûbeyek bû ku hûn peywira xwe ya dîrokî ya parastina gel û xakê pêk bînin. Em li eniyên berxwedanê li hemberî yek bin û welatê xwe ji çeteyan biparêzin, dê hemû pilanên hêzên komploger ên li ser me têk biçin, bi taybet pilanên dewleta Tirk a dagirker."

Xelîl tekez kir ku focên QSD‘ê amade ne ji hemû hewldanên xirabkirina ewlehiya herêmê bibin berisv.

Rêvebera Partiya Sûriyeya Pêşerojê Cela El-Hemzawî, Rêvebera Meclisa Jinan a Reqayê Xuleyxa Ebdî, endamê Komîteya Têkiliyên Giştî Nûrî El-Dîb û Rêveberê Meclisa Sivîl a Reqayê Hisên El-Berces axivîn.

Kesên axivîne qedandina dewreyê pîroz kirin ku gotin ev foc dê bibe mertal ji bo parastina welat.

Piştî axaftinan şervanên dewreyê sûnda leşkerî xwarin.

Merasîm bi dirûşmeya silavkirina berwedana QSD‘ê bi dawî bû.

ANHA