Ji ber ku nedikarîn fidiyeyê bidin ew kuştin

Li Hesekê komeke ne nas pêş çend rojan du ciwan girtibûn û li beramberî berdana wan daxwaza fidiyeyê ji malbata wan kiribû, ji ber malbat nedikarî fidiyê bide, herdu ciwan hatin kuştî hatin dîtin.

Ji ber ku nedikarîn fidiyeyê bidin ew kuştin
Ji ber ku nedikarîn fidiyeyê bidin ew kuştin
25 îlon, 2018   16:16

HESEKÊ

Hêzên Asayîşa Til Temirê cenazeyên her du ciwanan ( Umer Reşad Hac Mihemed û Îyad Micbas ) ên ji taxa Mifît ya bajarê Hesekê li nêzî Dêra Meryem El-Ezra ya di navbera Hesekê û Til Temir de dîtin.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Asayîşa Til Temirê dane me; herdu ciwan kurên apên hev in, ji aliyê komeke nenas ve tê texmînkirin ku ji Helebê ne hatin revandin. Ew komên ji bo serbestberdana wan 100 hezar dolar ji malbatên wan xwestibûn, lê ji ber ku malbatê nedikarî bide, ew ciwan hatin kuştinû cenazeyên wan li nêzî Dêra Meryem El-Ezra ya di navbera Hesekê û Til Temir hatibû avêtin.

Hêzên Asayîşê piştî ku cenaze naskirin, radestî malbatên wan kirin.

Tê gotin ku her du ciwan ji beriya hefteyekê ve hatin kuştin.

Hêzên Asayîşî xebatên lêpirsînê didomînin.

ANHA