PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Şedadê û Erîşayê re şîrove kir

Li kantona Hesekê bi boneya salvegera 15‘emîn a damezirandina PYD‘ê du civîn hatin lidarxistin.

PYD‘ê rewşa siyasî ji şêniyên Şedadê û Erîşayê re şîrove kir
25 îlon, 2018   15:52

HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) rêzecivînên xwe yên bi wesîleya salvegera 15‘emîn a damezirandina partiyê didomîne.

Îro li navçeyên Erîşê û Şedadê yên kantona Hesekê civîn hatin lidarxistin û geşedanên siyasî hatin şîrovekirin.

ŞEDADÊ

Bi amadbûna bi dehan endamên saziyên navçeyê û endamên PYD‘ê civîneke li navenda ciwanên ereb a navçeyê hate li darxistin.

Civîn di deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endama Meclisa Giştî ya PYD‘ê Sîlvan Elî dîroka partiyê parve kirin û destnîşan kir ku PYD‘ê roleke mezin di rêxistinkirina gel li ser bingehê civaka azad û demokratîk de list, nemaze piştî şoreşa 19‘ê Tîrmehê.

Sîlav, anîn ziman rewşa Bakurê Sûriyeyê, piştî îlankirina pêngava  "Şerê Tunekirina Terorê" ber bi qonaxeke nû ve diçe.

Endama Mecilsa Giştî ya PYD‘ê Sîlvan Elî di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser mijara Idlibê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe amade ye Idlibê berde, di heman demê de amadeye her tazîmatan bide da ku projeya Netewa Demokratîk têk bibe. Hêzên derve yên ku berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de dibînin sedema vê aloziya heyî ne."

ERÎŞA

Bi heman armancê, li navçeya Erîşê civîneke hate lidarxistin.

Di civînê de bi dehan endamên partiyê û şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Di civînê de, endama PYD‘ê ya buroya Hesekê Zeyneb Sarûxan, bal kişand li ser dîroka partiyê, zehmetiyên hatin kişandin û serkeftinên ku hatin bidestxistin.

Endamê Desteya Rêveber a PYD‘ê Telet Yûnis jî axivî û diyar kir ku dewletên derve ji bo berjewendiyên xwe dest li Sûriyeyê wer didin û gelê dibin qurbaniya berjewendiyên wan.

Yûnis, her wiha diyar kir ku arêtşa dewleta Tirk a dagirkirina Efrînê, têkbiria projeya demokratîk e û destnîşan kir ku opozisyona Sûriyeyê ket hembêza Erdogan, herdu jî Sûriyeyê parçe dikin. Telet Yûnis anî ziman ku Efrîn beşek ji axa Sûriyeyê, ne tenê Efrîn, Idlib, Cerablus û Ezaz di encamên tîfaqên navdewletî de hatin dagirkirin û demografiya wan têne guhertin.

ANHA