Li Hesekê cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin

Şervanên QSD‘ê Ebdulrehman El-Hemed û Îbrahîm Felûh bi merasîmeke girseyê li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hatin oxirkirin.

Li Hesekê cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Li Hesekê cenazeyên du cangoriyên azadiyê hatin veşartin
25 îlon, 2018   16:43

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şerevanên QSD‘ê Ebdulrehman El-Hemed (Serhed) û Îbrahîm Felûh (Mezlûm) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya  "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bibûn, ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Kerwanê oxirkirinê li gundê Dawidiyê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û li vir merasîmeke bi turaneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ, YPG û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîza Ebdulrehman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Yên ku hevgirtina gelên herêmê xurt kirine û çete têk birine şehîd in, şehîdên ew in ên ku riya me ronî kirine, lewra divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û şopdarên xeta wan bin."

Bi navê Hêzên Leşkerî fermandarê YPG‘ê Ciwan Hesekê jî axivî û got şervanên li eniyên şer rojane efsanên qehremaniyê xêz dikin, dawîbûna çeteyên DAIŞ‘ê nêzî bûye.

Ciwan Hesekê bi navê hêzên leşkerî soza şopandina xeta şehîdan dûbare kir.

Di merasîmê de Hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxemî Oso rola şehîdan di rizgarkirina herêmê ji çeteyan û pêkanîna jiyaneke bi rûmet destnîşan kir û ev tişt anî ziman: "Leşkerên artêşa Tirk heman zihniyta  DAIŞ‘ê dimeşîne."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şervanan derbestên şehîdan hilgirtin ser milên xwe û di nava dirûşmeyan de veşartin.

ANHA