`Em xemgîn nabin, ji ber ku berdêla jiyaneke azad giranbuha ye‘

Malbata şehîd Emîr Sefo di merasînê sersaxiyê yê kurê xwe de got: "Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in, em ne xemgîn in ji ber baş dizanin ku rêya Emîr şopandiye berdêla wê giran e."

`Em xemgîn nabin, ji ber ku berdêla jiyaneke azad giranbuha ye‘
`Em xemgîn nabin, ji ber ku berdêla jiyaneke azad giranbuha ye‘
`Em xemgîn nabin, ji ber ku berdêla jiyaneke azad giranbuha ye‘
`Em xemgîn nabin, ji ber ku berdêla jiyaneke azad giranbuha ye‘
`Em xemgîn nabin, ji ber ku berdêla jiyaneke azad giranbuha ye‘
`Em xemgîn nabin, ji ber ku berdêla jiyaneke azad giranbuha ye‘
`Em xemgîn nabin, ji ber ku berdêla jiyaneke azad giranbuha ye‘
`Em xemgîn nabin, ji ber ku berdêla jiyaneke azad giranbuha ye‘
25 îlon, 2018   13:40

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê merasîma sersaxiyê ya şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Emîr Sefo yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû orgenîze kir.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên TEV-DEM, YPG/YPJ`ê hate xemilandin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê herikên bin konê sersaxiyê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê hêzên leşkerî yên herêma Dêrikê fermendarê YPG`ê Muhyedîn Xêrkê axivî û tekez kir ku şehîd bi vîna xwe ya xurt û fikra xwe ya azad xwe gihand asta şehadetê û wiha domand: "Her roj di Şoreşa Rojava de kesên giran û buha winda dikin. Ji ber ku parastina welat ji dagirkeran erka me ye."

Xêrkê diyar kir ku bi saya şervavan dê Pêngava Bagera Cizîrê bibe dawiya hebûna terorê û ev tişt anî ziman: "Di şoreşê de me hêza xwe di tunekirina terorê de isbat kir. Bila malbatên şehîdan bawer bin ku em ê her tim şopdarên rêya şehîdan bin û slogana me her tim wê ew be yan serkeftin yan serkeftin."

Bi navê malbatên şehîdan Şehînaz Ebdo axivî û got: "Her şehîdek ji nav me diçe, cihê wî vala namîne. Ên ku rêya wan bişopînin û çeka wan hildin hene. Ji ber fikr û felesefya Ocalan em fêrî kirine ku wateya şehadetê, jiyana bi rumet e."

Paşê bi navê malbata şehîd Emîr Sefo apê şehîd Ebdulkerîm Sefo axivî û serfiraziya xwe bi şehadeta Emîr anî zima û wiha domand: "Em xemgîn nabin ji ber ku em baş dizanin ku berdêla rêya azadiya û rumetê şehadet e."

Piştre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Qahreman Mihemed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(şx)

ANHA