Ji bo şêniyên kampên Şehbayê kampanya

Komîteya Alîkariya Derûnî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê qonaxa yekemîn a kampanyaya alîkariya derûnî li kampên Şehbayê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de semînereke girêdayî girîngiya perwerdeyê hate dayîn.

Ji bo şêniyên kampên Şehbayê kampanya
Ji bo şêniyên kampên Şehbayê kampanya
Ji bo şêniyên kampên Şehbayê kampanya
Ji bo şêniyên kampên Şehbayê kampanya
25 îlon, 2018   14:24

ŞEHBA

kampanya bi navnîşna "Mafê min e ez fêr bibin" tê organîzekirin ji du beşan pêk tê, beşê yekemîn jê re tê gotin beşê çalakî, di vê beşî de tîma çalakiyê ku ji du kesan pê tê bi maskên kertonî "Şaho û Şemla" di nav zarokan de bigerin û wan teşwîqî xwendinê bikin.

Di beşê duyemîn de semîner li ser girîngiya perwerde û rêgirtina li ber neçûna dibistanan û xebitandina zarokan têne dayîn.

Li gorî agahiyên ku endamê komîteyê dane, kampanya dê li kampên Berxwedan, Serdem, Efrîn û Şehbayê û dibistanan pêk werin.

Endamên komîteyê diyar kirin ku dê di hefteya bê de qonaxa duyemîn a kamayay alîkardayîna derûnî bidin dest pê bike.

Têkildarî mijarê Komîteya Alîkariya Derûnî ya girêdayî Desteya Karûbarên Civakî û Kar bi hevkariya Heyva Sor a Kurd semînerek li ser girîngiya perwerdehiya zarokan ji jinên Kampa Serdemê orgenîze kir.

Semîner ji aliyê endama Heyva Sor a Kurd Henen Mihemed ve hate dayîn. Henen destpêkê li ser qutbûna zaroka ji dibistanê axivî û destnîşan kir ku bandora vê gavê ne tenê li zarok heye lê belê bandor li malbat û civakê dike.

Her wiha Henen sedemên vê diyardeyê diyar kir û destnîşa kir ku ji ber şert û mercên  ku Sûriye tê re derbas dibe û dijwariya peydakirina debara jiyanê zarok neçar dimînin bixebitin. Ev hemû sedem zarok ji dibistanê qut dikin.

Di berdewama semînerê de Henen bal kişand ser girîngiya perwerdê di avakirina civakek zane de ku rêgezên demokrasiyê û çanda civakan dinase.

Ji aliyê xwe ve dayîkên ku di semînerê de amade bûn, tekez kirin ku dê zarokên xwe bişînin dibistanan.

(şx)

ANHA