Rêxistinên Bakurê Sûriyeyê ji bo koçberên Hecînê civiyan

Buroya Karûbarên Rêxistinan ya MSD‘ê rêxistinên mirovî yên Bakurê Sûriyeyê rexne kirin ku di mijara alîkardayîna bi koçberên bajaroka Hecînê re xemas in.

Rêxistinên Bakurê Sûriyeyê ji bo koçberên Hecînê civiyan
25 îlon, 2018   13:12

GIRÊ SPÎ

Buroya Karûbarên Rêxistinan ya MSD‘ê civîna xwe ya asayî li avahiya buroyê ya navçeya Eyn Îsayê li dar xist.

Di civînê de, hevserokên Karûbarên Mirovî Ebdulqadir Miwehed û Zozan Elûş, nûnerên hemû rêxistininê alîkariyê yê Bakurê Sûriyeyê amade bûn. Di civînê de behsa alîkardayîna bi koçberên bajarkê Hecînê ku hejmara wan 700 kesin hate kirin.

Di civînê de, Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinên Mirovî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, Tariq El-Raşid bal kişand li ser rewşa koçberên kampa Hecînê û kêm derfetan.

El-Raşid, diyar kir ku buroyê gelek caran banga alîkariyê li rêxistinên herêmî kirine û wiha domand: "Rêxistinan bi bihaneya ku herêm ne ewle ye û tu aliyan wan naşînin herêmê alîkarî neşandine."

Buroya Karûbarên Rêxistinan a MSD‘ê rêxistinên mirovî ku hejmara wan 120 li gorî sicilê buroyê rexne kir ku rewşa koçberan paşguh kirine.

Zozan Elûş bal kişand li ser rewşa koçberên kampa Îwa ya koçberên Hecînê û destnîşan kir ku koçberên di nava şert û merçên zehmet de ne, heya niha tê rêxistin alîkar neşandine.

Di dawiya civînê de rêxistinan soza dank u ew ê alîkariyan bişînin, piştî ku bi aliyên ku destekê jê digirin, bişêwirin.

ANHA