Meclisa Sivîl a Reqayê alîkarî li welatiyan belav kir

Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya komînên taxa El-Nehda alîkarî li welatiyên taxê belav kir.

Meclisa Sivîl a Reqayê alîkarî li welatiyan belav kir
Meclisa Sivîl a Reqayê alîkarî li welatiyan belav kir
25 îlon, 2018   12:36

REQA

Bi armanca belavkirina alîkariyên mirovî ji welatiyên taxa El-Nehda ya bajarê Reqayê re, rêxistinên Rojava û Mewida 2 hezar û 500 selikên xwarinê dan meclisa sivîl ku bidin welatiyên taxa El-Nehda.Alîkarî ji torbeyek şekir û ard pêk tê.

Hevserokê komîna taxê Sarîko Xalid Helaq wiha got: "Malbatên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, hatine diyarkirin û dê alîkarî li wan hemûyan bê belavkirin.”

Welatiyên taxê ji bo kesên ku alîkarî kirine, spasiyên xwe pêşkêş kirin.

(jo)

ANHA