Welatiyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd diyar xwestin

Welatiyên Dêrik û Girkê Legê serdana konê sersaxiyê ya malbata şehîd Diyar kirin û soza xwe ya şopandina riya şehîdan dubare kirin.

Welatiyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd diyar xwestin
Welatiyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd diyar xwestin
Welatiyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd diyar xwestin
Welatiyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd diyar xwestin
Welatiyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd diyar xwestin
Welatiyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd diyar xwestin
Welatiyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd diyar xwestin
Welatiyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiya malbata şehîd diyar xwestin
25 îlon, 2018   10:51

QAMIŞLO

Bi hezaran welatiyên devera Dêrik û Girkê Legê û gundewarên wê serdana konê sersaxiyê yê malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Diyar Yûsif kirin ku di çarçoveya "şerê tunekirina terorê" de şehîd bibû. Konê sersaxiyê li pêşiya Navenda Şehîd Bawer a Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Dêrikê hate vegirtin.

Welatiyan di merasîma sersaxiyê de wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û sembolên kurdî bilind kirin û sersaxî ji malbata şehîd Diyar Yûsif re xwestin.

Qada Navenda Yekîtiya Ciwanan bi wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên kurdî hate xemilandin.

Di merasîmê de endamên saziyên sivîl û endamên partiyên siyasî, oldar û bi sedan şervanên YPG'ê û YPJ'ê û hêzên ewlehiya hundirîn û endamên Asayîşê beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre fermandarê YPG'ê Hawar Dêrik axivî û di destpêkê de sersaxî ji malbata şehîd Diyar Yûsif û gelê Kurd re xwest.

Hawar Dêrik di axaftina xwe de diyar kir ku Rojava gelek caran rastî komplo û êrîşan hatiye bi saya şehîdan welatiyên Rojava hatine parastin û destkeftiyên mezin ber bi riya azdiyê ve hatine wergirtin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Wense Şiwêş axivî  û piştî sersaxî ji malbata şehîd Diyar Yûsif û gelê Kurd re xwest wiha got: "Em soza xwe ya şopandina riya şehîdan heta azadiyê dubare dikin."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Rûspî û Êlên herêmê û oldarên Dêrikê axivîn. Axaftvanan piştrast kirin ku dê riya şehîdan bişopînin û daxwaza wan a biratiya gelan li herêmê pêk bînin.

Di axaftinan de hate gotin ku felsefeya netewa demokratîk hişt ku hevgirtina pêkhateiyên Bakurê Sûriyeyê xurt bibe û êdî pêkhateyên herêmê bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dikarin li hemberî komplo û pilanên desthilatdaran li ber xwe bidin.

Di dawiya merasîmê de belgenameya şehadeta şehîd Diyar Yûsif hate xwendin û radestî malbata wî kirin. Bavê şehîd Diyar, Elî Yûsif jî axivî û wiha got: "Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in û em ê asta têkoşîna xwe li ser riya daxwazên şehîdan bilind bikin".

Merasîm bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayîkan bi dawî bû.

ANHA