Dayîka şehîd: Kurê min heta dawiyê liberxwe da û gihîşt asta şehadetê

Bi sedan şêniyên bajarê kobanê û endamên saziyan berê xwe dan taxa Kaniya Kurdan û sersaxî ji malbata şehîdê YPG`ê  Egîd Xelîl (Egîd kobanê) re xwestin. Dayîka şehîd got:"Kurê min heta dawiyê liberxwe da û gihîşt asta şehadetê.”

Dayîka şehîd: Kurê min heta dawiyê liberxwe da û gihîşt asta şehadetê
Dayîka şehîd: Kurê min heta dawiyê liberxwe da û gihîşt asta şehadetê
Dayîka şehîd: Kurê min heta dawiyê liberxwe da û gihîşt asta şehadetê
Dayîka şehîd: Kurê min heta dawiyê liberxwe da û gihîşt asta şehadetê
Dayîka şehîd: Kurê min heta dawiyê liberxwe da û gihîşt asta şehadetê
Dayîka şehîd: Kurê min heta dawiyê liberxwe da û gihîşt asta şehadetê
Dayîka şehîd: Kurê min heta dawiyê liberxwe da û gihîşt asta şehadetê
25 îlon, 2018   09:14

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên bajarê kobanê, endamên saziyan û şervanên YPG û YPJ`ê bi merasîmekê sersaxî ji malbata şehîd Egîd kobanê re, xwestin.

Mersîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pêkir. Paşê li ser navê YPJ`ê Bêrîvan Azad axivî û sersaxî  ji malbata şehîd re xwest û wiha got:"Şehîd Egîd jî mîna hemû şehîdan şehîdê Kurdistanê ye û di oxira wê de şehîd bû. Pêwîst e em şehîdên xwe jibîr nekin, her şehîdekî me wateyeke xwe heye.”

Bi navê Kongreya Star Edile Ehmed jî axivî wiha got:"Bila serê malbata şehîd Egîd û şervanên azadiyê yên ku bi salan e di çeperên şer de sax be. Ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan em ê heta dawiyê liberxwe bidin.”

Endamê Rêveber ê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê Osman Bekî axivî û da zanîn ku şehîd Egîd endamê çand û hunerê bû, lê wî jî weke ciwanekî Kurd xwest li hemberî  êrîşên li ser gelê Kurd tê meşandin bisekine û berxwe bide.

Dayika şehîd Egîd Semîra Xelîl jî axivî û ev tişt got:" Egîd di 2011`an de endamê çand û hunerê bû, lê Egîd ji ber ku bi wijdan bû her dema digot em weke ciwanên Kurd em ê heta dawiyê liberxwe bidin û heta dawiyê ber xwe da û gihîşte asta şehadetê".

Merasîma sersaxiyê bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(sn/kc)

ANHA