YE ji bo bi Îranê re kar bike sîstemekî nû ava kir

Welatên Yekîtiya Ewropa, ji bo bi Îranê re ya DYA guşar li ser zêde kiriye bazirganiyê bike, sîstemekî nû ava kir.

YE ji bo bi Îranê re kar bike sîstemekî nû ava kir
25 îlon, 2018   08:49

NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku li bendê ye Serokê DYA’yê Donald Trûmp li Desteya Giştî ya NY’yê îro li dijî Tehranê daxuyanî bide, Ewropiyan sîstema bi navê ‘berdêl’ (Bihevguhertin) ava kir. Ev sîstem bê ku pere bê bikaranîn bi guhertina hev a berheman ‘berdêlkirin’ tê zanîn. Fîramyên ku didin û distînin di nava xwe de ber bi hewaza berdêl ve diçin.

Yekîtiye Ewropa diyar kir ku piştî vekişandina yek alî ya DYA’yê ku meha Gulanê ji peymana nukleerî ji bo rizgarbûna ji guşaran serî li rêbazekî wiha dane. YE’yê bi vê rêbazê, hewl dide ku peymana nukleerî ya sala 2015’an hatî îzmekirin jî biparêze.

Peymana nukleerî di navbera Fransa, Îngîltere, Çîn, Elmanya û DYA’yê de pêk hatibû. Li gorî peymanê wê Îran li pêşberî dawîkirina bombeyên atomê wê guşarên aboriyê bi beş beş bê rakirin.

Wezîra Têkiliyên Karê Derve yê NY’yê Federîca Magherînî, di daxuyaniya hevpar a li gel Wezîrê Karê Derve yê Îranê ku roja Dûşemê kiribûn gotibû: “Bi awayekî berbiçav endamên NY’yê ji bo bi Îranê re karên darayî rewa bikin, wê damezrêneke hiqûqî pêk bînin.”

Mogherînî jî gotibû: “Wê ev sîstem ji bo kargehên Ewropayî, li gorî hiqûqa Ewropa wê bike ku bazirganiyên xwe bidomîne û wê ji bo hevkarên din ên li cîhanê re jî vekirî be.”

Li gorî çavkaniyên Ewropî, sîstema ‘Funa hevpar a rezemendan’ hatî avakirin, bi tevgera firotina petrolê ya yekane çavkaniya dahata bingehîn a Îranê ye wê bi awayê ‘bihev guhertina borsayê’ û ‘ Berdêla taybet’ pêk were.

Tê diyarkirin ku bi vê mekanîzmeyê yê dikire û difiroşe wê ji bikaranîna dolar rizgar bibe, bi vê wê guşarên DYA’yê rizgar bibin. Li gorî zanayan, yekane tişta ku Îran li pêşber bide petrol e, ji bo dahata petrolê ya kirîna mal bê bikaranîn.