DAIŞ`ê hewl dide 'xîlafeta' xwe li Asya Navîn ava bike

Berpirsyarê Antî-Teror ê Navenda Dewletên Serbixwe ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê hewl didin "xîlafeta" xwe li dewleteke Asya Navîn ku berê Soviyêtî bû ava bikin.

DAIŞ`ê hewl dide 'xîlafeta' xwe li Asya Navîn ava bike
25 îlon, 2018   08:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Navenda Antî-Teror a Navenda Dewletên Serbixwe, generalê asayîşê Andrê Novîkov got ku çeteyên DAIŞ'ê hewl didin "xîlafeta" xwe li dewleteke Asya Navîn ku berê Soviyêtî bû ava bikin. Novîkov di civîneke bi serokên yekîneyên Antî-Teror ên girêdayî dezgehên ewlehî û istixbaratê yên welatên girêday Navenda Delwetên Serbixwe ku di çarçoveya perwerdeyên Antî-Teror a 2018'an de pêk hatiye. Li gorî Novîkov çete şaneyên xwe yên razayî li van herêman ava dikin.

Cîgirê Serokwezîrê Qirgîzistanê Zînîş Rizaqof hişyarî da ku gefxwariên terorîstan li Asya Navîn û dewletên girêdayî Navenda Dewletên Serbixwe dê şerekî demdirêj bi xwe re bîne.

Di meha Hizêrana borî de Cîgirê Birêveberê Dezgeha Ewlehî ya Federaliya Rûsyayê Îgor Sîrotkîn, serokê Desteya Komîteya Niştimabnî ya Antî Terorê got ku tevî ziyanên bi DAIŞ'ê bûne, lê dîsa jî li seranserî cîhanê belav dibe û hêjî metirsiyeke mezin e.

Navenda Dewletên Serbixwe rêxistineke navnetewî ya Ewro-Asyayî ye ji 12 komarên Soviyêtî yên berê pêk tê.