Şêniyan bi însiyatîfa xwe kortên rêyan tijî kirin

Şêniyên gundên li ser her du aliyên Rêya Siyasî bi însiyatîfa xwe ji bo sivikkirina barê Şaredariya Gel a Til Hemîsê, hemû kortên li ser Rêya Siyasî tijî kirin.

Şêniyan bi însiyatîfa xwe kortên rêyan tijî kirin
25 îlon, 2018   08:32

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Rêya Siyasî ji girîngtirîn rêyên herêma Cizîrê tê hesibandin. Ev rê herêmên rojhilat bi yên başûr ve girê dide. Her wiha ji bo herêmên ser sînorê Iraqê girîngiyeke wê ya stratejîk û aborî heye.

Ji ber rewşa hawayê beşek mezin ji Rêya Siyasî xirab bûye û gelek çal lê çêbûne. Şêniyan ev rê di dema serweriya DAIŞ`ê de ji herêmên başûrê navçeya bajarokê Çilaxa û her du navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê re di salên 2012`an heta 2015`an de ji bo veguhastina petrolê ji bîran hate bikaranîn.

Şaredariya Gel a Til Hemîsê ji bo sererastkirina rê bi awayekî lezgîn, çalên rê bi behis û bermahiyan tijî kirin. Lê ev xebata şaredariyê têra çalan nekir. Ji ber wê û bi însiyatîfa xwe şêniyên gundên li ser her du aliyên Rêya Siyasî û bi alîkariya şaredariyê çal tijî kirin.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Hîlal El-Selmo ku ji gundê Selîme ye, wiha got: “Piştî qezeya ku li ser Rêya Siyasî rû daye, me hemû çalên li ser rê bi însiyatîfa xwe tijî kirin.”

(şx)

ANHA