Mafê hemû girtiyan e ku parêzerên xwe bibînin, lê dewleta Tirk...

Hiqûqnas Nerîman Hisên û parêzer Subihî El-Ehmed tekez kirin ku ji mafê her girtiyekî ye ku sûcê wî çi dibe bila bibe, parêzerên xwe bibîne, lê dewleta Tirkiyê vî mafî binpê dike.   

Mafê hemû girtiyan e ku parêzerên xwe bibînin, lê dewleta Tirk...
24 îlon, 2018   06:31

BASIL REŞÎD / ŞEHBA

Ji çend salan ve dewleta Tirk tecrîdeke giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Hevdîtinên wî bi parêzer û malbatê re bi gelek hincetan red dike. Biryara herî dawî ji dozgeriya yekemîn a Burseyê derket, di biryarê de cezayê qedexekirina hevdîtinan bi parêzeran heta 6 mehan li Ocalan hate birîn.

Parêzerê Ocalan Ibrahîm Bîlmez beriya vê gotibû ku dewleta Tirk ji ber ku Ocalan gotiye “Xwendina bi zimanê dayikê maf e” ev ceza lê hate birîn.

Têkildarî mijarê hiqûqnas Nerîman Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk bi danûstandina bi Ocalan re gelek şêwazên neqanûnî bi kar tîne û wiha domand: “Girtina Ocalan binpêkirineke xuya ye, lê dewleta Tirk li vir nesekînî.”

Nerîman axaftina xwe wiha domand:“Girtina Ocalan bi vî awayî binpêkirineke mafî ye. Divê cudahî bixin navbera rêberek û sûcdarekî şer. Eger edalet hebûya, dê dewletên komploger bihatana darizandin.”

Di berdewama axaftina xwe de Nerîman têkildarî şêwazên ku dewleta Tirk bi kar tîne wiha got:“Ev binpêkirinek ji xalên girêdayî mafên mirovan ên cîhanê ya ku di sala 1947`an derketiye. Ji mafê her girtiyekî ye, sûcê wî çi dibe bila bibe, parêzerên xwe bibîne.”

Di dawiyê de Nerîman destnîşan kir ku Ocalan ji roja hatiye girtin ji hemû mafên xwe hatiye mehrûmkirin.

Şêwazên şovenîst der heqê Ocalan de tên kirin

Ji aliyê xwe ve parêzer Subihî El-Ehmed tekez kir ku dewleta Tirk şêwazên şovenîst der heqê Ocalan de bi kar tîne û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk tecrîdeke giran li Ocalan ferz dike. Ev kiryar  şêwazeke şovenîst der heqê girtiyekî de rave dike. Dewleta Tirk şikandina vîna gelên ku bi fikrên Ocalan bawer in, armanc dike.”

Di dawiyê de El-Ehmed wiha got: “Ji madeyên navdewletî mafê diyarkirina çeranûsa hemû gelan heye, lê dewleta Tirk vê bendê binpê dike û gelê Kurd diçewisîne.”

(şx)

ANHA