ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23.09.2018
23 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo avakirina Yekitiya Mamosteyên Dêrazorê, li navçeya El-Kesra kongreya yekemîn lidar dixe. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Girkê Legê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşekê lidar dixin. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-PYD`ê bi boneya salvegera 15`emîn a damezrandina partiyê, li bajarê Qamişlo di saet 15:00`an de û li bajarê Amûdê di saet 16:00`an de, du civînan lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Girê Spî ji bo şermezarkirin û redkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser kantona Efrînê, meşekê lidar dixin. Saet 10:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-"Şerê Tunekirina Terorê" pêngava ku QSD‘ê bi armanca qedandina çeteyên DAIŞ‘ê ji rojhilatê Çemê Firatê destpê kiriye, piştî 11 rojên têkoşînê û şikandina xetên parastinê yên çeteyan gundê Baxoza Jorîn hate rizgarkirin, gelo giringiya gund çi ye?(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên Yekitiya Ciwanên Rojava yên Kantona Girê Spî tecrîda  ku dewleta Tirk li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan feriz kiriye şermezar kirin û tekez kirin ku ta azadiya Ocalan û azadiya gelên bindest dê serî hildin û li berxwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Eksem Neîsa got, mijara Idlibê hê di nîqaşê de ye, lihevkirin û nelihevkirinên ku di civînên Tehran, Sochi û civînên du alî de pêk hate, piraniya xwe demkî ne û dibe ku bêne guhertin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê Buroya Şehbayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Eledîn El-Xalid diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe yên El-Nusra dişînin Efrînê û destnîşan kir ku avakirina herêmên bê çek mayîna Tirkiyê li Sûriyeyê diyar dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Hevpeymana Putin û Erdogan hişt Tirkiye bi vebijêrkeke dijwar re rû bi rû bimîne û çawaniya danûstandina bi çeteyên xwe re yên li Idlibê û rêbazên helandina wan. Nakokiyên di navbera bilokên siyasî yên Iraqê de ji bo hilbijartinên serokkomariyê berdewam in. Hêzên girêdayî Koalîsyona Erebî şerê Hudeydaya Yemenê da destpêkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Meclisa Jinê ya Reqayê piştgiriya jinan û xurtkirina aboriya wan armanc dike. Bi pêkanîna debar xwe û xwe bi xwe rêvebirinê, jin dê karibe zihniyeta ku ew gelek salan hikum kiriye tune bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Xwendekaran, pêşengehekî tablo û wêneyên hunerî li bajarê Kobanê vedike. Saet 12:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hunermendê şêwekarî Ekrem zafî di hunergeha xwe de rûdine û tabloyên ji xeyala xwe xêz dike. Piraniya berhemên wî li gelek bajaran hatine pêşkeşkirin. Lê Ekrem ji ber kêma piştgiriya aliyê têkildar û çapemeniyê li bajarê xwe da ku berhemên wî werin naskirin bi gazinc e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Di encama paşguhkirin û nebicihanîna rêxistinan sozên xwe di pêşkeşkirina alîkariyan, astengî û pirsgirêkên jiyanî yên koçberên Kampa Til El-Bêa ya girêdayî Reqayê du qat dibin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji ber zewaca di navber xizmên di asta yekemîn nêzî hev de, li gundê Temîn ê başûrê navçeya Til Hemîs di diyardeyeke balkêş de zêdetirî 30 kesî astengdar e.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di demeke ku komên terorîst bi navê ola Islamê komkujî derheqê mirovan de pêk tîne, her wiha hin dewlet ola Islamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, Yekitiya Zanyarên Musliman amadekariyên vekirina Zanîngeha Islama Demokratîk dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA