Eyşe Hiso:Rizgakirina Efrînê armaca sereke ya partiya me ye

Hevseroka PYD`ê Eyşo Hiso di civîna ku li navçeya Dirbêsiyê hate lidarxistin de axivî û  diyar kir ku ew bi hemû hêza xwe kar dikin da ku Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bikin

Eyşe Hiso:Rizgakirina Efrînê armaca sereke ya partiya me ye
Eyşe Hiso:Rizgakirina Efrînê armaca sereke ya partiya me ye
22 îlon, 2018   19:05

HESEKÊ

Îro PYD`ê bi boneya salvegera 15`emîn a damezrandina partiyê civînek  ji endamên xwe yên navçeya Dirbêsiyê re lidar xist. Civîn li navenda çand û hunerê ya navçeya Dirbêsiyê bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyê hate lidarxistin.

Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso rewşa dawî ya Sûriyê nirxand.

Eyşe da zanîn ew wekî PYD`ê bi hemû hêza xwe di her warî de ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê û vegera şêniyên wê bi şev û roj kar dikin û got:"Rizgarkirina Efrînê ji armacên me yên sereke ne.”

Eyşe got:"Êrîşên ku di destpêka Şoreşa Rojava de dihatin kirin hemû komplo û siyasyetên qirêj li dijî gelê me bûn. Hemû dewletên herîmî dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê biparêzin.”

Hevseroka PYD`ê di dawiya gotinên xwe de, qala rola PYD`ê di rêxistinkirina gel  di hemû aliyan de û tekez kir ku partiyan wan roleke giring di Sûriyê de lîst û wiha pê de çû:”Tevî hemû astengiyan ku rastî partiya me hatin, partiya me dikaribû navgîna navbera hemû partiyan û pêkhateyên  Bakurê Sûriyê çêbike.”

Civîn bi nîqaşkirina ser rewşa rêxistinî ya partiyê û mekanîzmeya karê pêşerojê bi dawî bû.

(kc)

ANHA