‘Heta Efrîn azad nebe, dê parçebûna Sûriyê bi dawî nebe’

Berdevkê Giştî yê PYD’ê Ciwan Mistefa, di civîna PYD’ê ya herêma Serêkaniyê de axivî û diyar kir ku hêzên desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe Sûriyê parçe dikin û got: “Heta Efrîn azad nebe dê parçebûna Suriyê bi dawî nebe.”

‘Heta Efrîn azad nebe, dê parçebûna Sûriyê bi dawî nebe’
‘Heta Efrîn azad nebe, dê parçebûna Sûriyê bi dawî nebe’
22 îlon, 2018   17:57

HESEKÊ

Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Serêkaniyê û Zirganê yên kantona Hesekê civîna xwe ya du mehane û bi boneya 15’emîn salvegera damezrandina partiyê bi druşma “Bi rihê Berxwedana Serdemê, em 15’emîn salvegera Partiya Yekîtiya Demokratîk pîroz dikin” lidar xist. Civîn li Salona Şehîdan a Serêkaniyê pêk hat. Endamên PYD’ê yên Serêkaniyê û Zirganê tevlî civînê bûn.

Civîn ji aliyê Berdevkê Giştî yê PYD’ê Ciwan Mistefa, Rêvebera Giştî ya Rêxistina Jinan a PYD’ê Zehra Semo û Hevserokê PYD’ê yê kantona Hesekê Ciwan Îso ve hate rêvebirin. Civîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin.

‘PYD`ê mirasa bi hezaran şehîd ne’

Civîn bi nirxandina siyasî berdewam kir. Berdevkê Giştî yê PYD’ê Ciwan Mistefa rewşa siyasî nirxand. Mistefa, 15’emîn salvegera damezradina PYD’ê li malbatên şehîdan, tekoşerên azadiyê, Rêber Abdullah Ocalan û hemû kesên azadîxwaz pîroz kir û wiha got: “PYD li ser bingehê netewa demokratîk, jiyanek azad û jiyanek hevbeş hat damezradin ku niha xwediyê vê îdeolojiyê di nava çar dîwaran de ye. Her çendî îro xwediyê vê fikrê bi fîzîkî ji me dur be jî lê fikr û ideolojiya wî di nava me de ye. Endamên me li ser vê fikrê di nava tekoşînê de ne.”

 Mistefa destnîşan kir ku PYD`ê di demeke ku  civak parçe kiribûn, gel diçewisandin, hemû rêbazên zilmê pêk dianîn  hat damezrandin û wiha pêde çû: “Her kesê azadîxwaz li benda xetek wek a PYD’ê bû. Endamên PYD `ê li rexma hemû rêbazên zilmê, çewisandin, girtin,  kuştin û windakirin lê ji ber ku bi mirasê hezaran şehîdan hatibû damezrandin li berxwe da û planên qirêj vale derxist.”

 ‘Gelê Sûriyê bê îrade dikin’

Misefa rewşa îroyîn a Sûriyê nirxand û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Îro Sûriye ber bi guherînên nû ve diçe. Hêzên desthilatdar dixwazin Sûriyê parçe bikin, gelê Sûriye bê îrade bikin. Îro li ser axa Sûriye îtifaqan pêk tînin, lê ne rejîm ne jî aliyên din ên rêxistinên Sûriye di van îtifaqan de cih nagirin, di van îtifaqan de îradeya gelê Sûriyê tune ye. Planên qirêj ên bi Astana destpê kirin niha jî berdewam dikin. Ji beriya çend rojan Tirkiyê û Rûsya li hev civiyan, armac dîsa  planên qirêjin. Axa Sûriyê parçe dikin, sinor derbas dikin û çeteyan derbas dikin. Hemû hêzên muxalîf di Idlibê de kom kirin, niha dixwazin wan derbasî Efrînê bikin û di wir de tune bikin. Niha dibêjin tenê pirsgirêk Idlibe, lê dagirkirin û bi hezaran qetilkirina mirovan nabînin. Wekî ku Idlib tenê ma ye didin nîşan, dixwazin Cerablus, Efrîn û cihên di bin dagirkeriyê de wisa bihêlin. Dixwazin me jî wisan bikin, lê bi berxwedan û sekna me em ê li berxwe bidin. Heta ku Efrîn azad nebe dê parçekirina Sûriyê bi dawî nebe. Ji ber ku cihê yekem car hat parçe kirin Efrîn bû. Lewma jî em ê hetanî dawî li berxwe bidin heta ku Efrînê rizgar bikin û planên qirêj tune bikin.”

Piştî axaftinên siyasî perspektifên partiyê hatin xwedin. Piştî perspektîfan rewşa rêxistinî hat nirxandin.

Her wiha Rêvebera Giştî ya Rêxistina Jinan a PYD’ê Zehra Semo rewşa rêxistinî nirxand û diyar kir ku niha berpirsyariyên wan li hemberî civakê zêdetir bûn û wiha axivî: “Dê di serê cotmehê de ji bo amedekariyên kongreyên bajarok, navçe û bajaran dê civîn bên lidar xistin. Li gorî berpirsyariyan dê xwerêxistin jî berfirehtir bibe. Dê hem aliyê siyasî hem jî civakî di nava gel de xebat  bên kirin.”

Piştî nirxandina Zehra, li ser sîstema nû nîqaş hatin kirin  û piştî nîqaşan civîn bi dawî bû.

(ekip)

ANHA