Kongreya damezrêner a Yekitiya Mamosteyan a Reqayê bi dawî bû

Kongreya damezrêner  a Yekitiya Mamosteyan a Reqayê bi hilbijartina desteya rêveber ku ji 7 kesan pêk tê bi dawî bû.

Kongreya damezrêner a Yekitiya Mamosteyan a Reqayê bi dawî bû
Kongreya damezrêner a Yekitiya Mamosteyan a Reqayê bi dawî bû
Kongreya damezrêner a Yekitiya Mamosteyan a Reqayê bi dawî bû
Kongreya damezrêner a Yekitiya Mamosteyan a Reqayê bi dawî bû
Kongreya damezrêner a Yekitiya Mamosteyan a Reqayê bi dawî bû
Kongreya damezrêner a Yekitiya Mamosteyan a Reqayê bi dawî bû
22 îlon, 2018   17:32

REQA

Kongre bi dûrişmeya”Pêşeroja me bi yekitiya me ye”li eywana El-Tac a Reqayê bi beşdariya gelek şandeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên navdar û  bi dehan mamosteyên herêmê, dest pê kir.

Destpêka kongre, bi navê MSD`ê Hesen Mihemed Elî rewşa siyasî ya herêmê nirxand. Mihemed Elî piştre behsa rola giring a mamosteyan di avakirina nifşekî xwendevan de kir.

Her wiha bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mustefa El-Hesen axivî û got:”Erkeke mezin li ser milê mamosteyan dikeve da ku fikrê reş ku di nava zarokan de dema serdema zaliman de hatiye belavkirin, rabikin. Em şehîdên xwe yên ku ji bo gel û zarokan canê xwe feda kirin da ku nifşekî bi azadî û biratiya gelan bawer be ava bibe, bi bîr tînin.”

Piştî axaftinan, rêziknameya hundirîn hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate erêkirin.

Li gorî rêziknameyê, ji giringtirin armancên Yekitiya Mamosteyan, parastina mamosteyan û piştgiriya wan di aliyê madî û menewî de.

Kongre bi hilbijartina desteya rêveber ku ji 7 kesan pêk tê bidawî bû.

(kc)

ANHA