‘Dewletan ji bo berjewendiyên xwe alozî di navbera gelên herêmê de çêkir’

Endama Meclisa PYD`ê Edalet Umer diyar kir ku dewletên ku berjewendiyên wan li Sûriyeyê hene, alozî  di navbera gelên herêmê de çêkirin.

‘Dewletan ji bo berjewendiyên xwe alozî di navbera gelên herêmê de çêkir’
22 îlon, 2018   14:22

QMAIŞLO

Bi dirûşmeya”Bi rihê Berxwedana Serdmê, salvegera 15`emîn a Pariya Yekitiya Demokratîk pîroz dikin”îro ango roja Şemiyê li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Hemîsê  civînek hate organîzekirin. Bi dehan endamên partiyê, şêniyên navçeya Til Hemîsê û her du endamên Meclisa Giştî yên PYD`ê Silêman Bedir û Edalet Umer beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Meclisa Giştî yê PYD`ê Silêman Bedir li ser dîroka têkoşîna partiyê ji destpêka damezirandinê ango di 20`ê Îlona 2003`yan de û heta niha axivî. Silêman da zanîn ku partiyê roleke pêşeng di rêxistinkirina gel û bi taybet di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, her wiha di avakirina civakek demokratîk û bidestxistina mafên hemû pêkhateyên herêmê de lîst.

Ji aliyê xwe ve endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Edalet Umer destnîşan kir ku rewş li Bakurê Sûriyeyê ber bi qonaxek nû ve diçe û bi taybet piştî raghandina Qonaxa Dawîn a Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina herêmên rojhilatê Firatê yên di destê DAIŞ`ê de mayî û ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Edalet bal kişand ku herêm ber bi qonaxeke  rêxistinkirî bi awayekî giştî ve bi rêya rêveberiya ku hatiye ragihandin diçe.

Tirkiyê ji bo têkbirina projeya Netewa Demokratîk amadeye dev  ji Idlibê berde

Têkildarî rewşa Îdlibê Edalet Umer diyar kir ku Tirkiyê ji bo parastina berjewendiyên xwe û têkbirina projeya netewa demokratîk, amadeye dev  ji Idlibê berde, wekî çawa ku dev ji El-Xûta berde û Efrîn dagir kir.

Edalet destnîşan kir ku dewletên ku berjewendiyên wan di Sûriyeyê de hene, di navbera gelên ku bi milyonan sal bi hev re dijîn alozî derxist. Edalet bi lêv kir ku armanca van pergalan têkbirina gelên Rojhilata Navîn û projeya ku gelê Bakurê Sûriyeyê pê bang dikê ye.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û Şoreşa Rojava bi dawî bû.

(şx)

ANHA