Li nêzî berava Lubnanê keştiyek noqî avê bû

Roja şemiyê keştiyek ku ku zêdetirî 35 penaberên Sûriyê de têde bûn noqî avê bû.

Li nêzî berava Lubnanê keştiyek noqî avê bû
22 îlon, 2018   12:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlekariyê diyar kir ku roja şemiyê keştiyeke ku zêdetirî 35 penaberên  ji Sûriyeyê rakiribûn, di Deryaya Spî de li nêzî berava Lubnanê noqî avê bû. Artêşa Lubnanê piraniya kesên di keştiyê de xelas kirin.

Li gorî nûçeya Ruetersê keştiya ku penaber  rakiribûn, bi awayekî neqanûnî penaber dibirin Qubirsê û li nêzî berava başûrê Lubnanê noq bû û 3 kesên di keştiyê de rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan giran e.

Li gorî Komseriya Samiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan nêzî milyonek penaber ji şerê Sûriyeyê reviyane û li Lubnanê bi cih dibin.