Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Hesekê li hev civiyan

Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê bi armanca pênasekirina rola ciwanan di şoreşê de li Hesekê civînek li dar xist.

Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Hesekê li hev civiyan
Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Hesekê li hev civiyan
Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Hesekê li hev civiyan
Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Hesekê li hev civiyan
Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Hesekê li hev civiyan
Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Hesekê li hev civiyan
Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li Hesekê li hev civiyan
22 îlon, 2018   12:18

HESEKÊ

Ciwanên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê bi armanca pênasekirina rola ciwanan di şoreşê de civînek ji ciwanên bajarê Hesekê re li dar xist. Civîn li xwaringeha El-Xabûr hate lidarxistin. Bi dehan ciwan beşdarî civînê bûn.

Rêveberê Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya herêma Cizîrê Ehmed El-Elî di civînê de li ser armancên partiyê axivî û destnîşan kir ku girîngiya Sûriyeyê di pirrengiya wê ya çandî û şarestanî de, ji ber wê pêwîst e ciwan rola xwe di parastina vê pirrengiyê de bilîzin.

Ji aliyê xwe ve ji rêveberên Buroya Ciwanan a Kantona Hesekê Mihemd El-Mûsa destnîşan kir ku ciwanan civak gihand astên herî pêş ên demokratiyê, rola wan di jiyana hevbeş û biratiya gelan de pir girîng bû û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê bang dike ku hemû ciwan rola xwe di nava civakê de bilîzin û xwe di hemû aliyên jiyanê de bi pêş bixin."

Her wiha yek ji rêveberên Buroya Ciwanan a Kantona Hesekê Çiya Elî li ser rola jinên ciwan di nava civakê de axivî û destnîşan kir ku hêza jinan heye ku cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de bigire lê ji ber sîstemên desthilatdar rola wê binpê kirin û jin hate paşguhkirin.

Di dawiyê de Çiya bang li hemû jinan kir ku cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de bigirin û erka xwe pêk bînin.

(bx)

ANHA