Hêzên Iraqê li 3 parêzgehan li dijî DAIŞ'ê dest bi operasyonan kir

Hêzên leşkerî yên Iraqê çalakiyeke leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ'ê li beyara parêzgehên Selahedîn, Enbar û Neynewa heta sînorê bi Sûriyeyê re dest pê kir.

Hêzên Iraqê li 3 parêzgehan li dijî DAIŞ'ê dest bi operasyonan kir
22 îlon, 2018   11:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Navenda Çapemeniyê êy Ewlehiyê ya Iraqê Yehya Resûl îro destpêkirina çalakiyeke leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ'ê li parêzgehên Selahedîn, Enbar û Neynewa ragihand. Di çalakiyê de leşkerên Heşid El-Eşaêr jî dê beşdar bibin.

Resûl di daxuyaniyekê de ragihand ku fermandariya çalakiyan a El-Cezîre û yekîneyên girêdayî wê û Heşd El-Eşaêr çalakiya xwe ya lêgerînê li parêzgehên Selahedîn, Enbar û Neynewa ber bi sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de dest pê kir.

Resûl da zanîn ku çalakî ji 7 aliyan ve dest pê kiriye û balafirên artêşê û hêzên ezmanî û balafirên koalîsyonê jî alîkariya van yekîneyan dikin.