Şandeyeke îstixbarata Misrê serdana Xazeyê dike

Şandeyeke îstixbarata Misrê bi armanca hevdîtinên bi rayedarên tevgera Hemasê ya Filistînê re îro serdana Xazeyê dike.

Şandeyeke îstixbarata Misrê serdana Xazeyê dike
22 îlon, 2018   09:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên Filistînê ragihand ku şandeyeke îstixbarata Misrê îro serdana Xazeyê ya Filistînê dike û dê di Dergehê Îrîz re derbas bibe û tê payîn ku bi rayedarên tevgera Hemasê re bicive.

Çavkaniyan ji Sputnîkê re ragihand kir ku şande ji Tugay Ehmed Ebdilxaliq berpirsyarê dosyaya Filistînê di îstixbarata Misrê de û şêwirmend Mistefa Şehat ê balyozê Misrê yê nû li Filistînê pêk tê.

Çavkaniyan diyar kir ku hevdîtin girêdayî dosyaya lihevhatinê ya di navbera Fetih û Hemasê de ya di bin sponseriya Misrê de ye. Misr hewl dide hevdîtinan di navbera aliyên Filistînê de bi rê ve bibe û rewşa parçebûnê di navbera wan de bi dawî bike.

Şandeya îstixbarata Misrê beriya niha jî serdana Ramellahê kir û bi serokê Filistînê Mehmûd Ebas re civiya û geşedanên herêmê û dosyaya lihevhatinê gotûbêj kirin.