Li Efrînê 7 çete hatin kuştin

YPG’ê têkildarî çalakiyên xwe yên dawîn ên li Efrînê diyar kir ku 7 çete hatine kuştin û her wiha tankeke artêşa Tirk hate rûxandin.

Li Efrînê 7 çete hatin kuştin
22 îlon, 2018   09:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku di hêzên wan di navbera 19 û 21’ê Îlonê de li Efrîn û navçeyên wê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hin çalakî li dar xistine û di encama van çalakiyan de 7 çete hatine kuştin û hin alav û siwareyên leşkerî jî hatine rûxandin.

Berfirehiya daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê de, hêzên me çalakiyên xwe yên li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin. Di navbera 19 û 21’ê Îlonê de bi çalakiyên cuda yên li navenda bajarê Efrînê, her wiha li navçeyên Cindirês û Mabata 7 çete hatin kuştin.

Di 19’ê Îlonê de hêzên me li navenda bajarê Efrînê li hemberî siwareyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Di 20’ê Îlonê de yekîneyên me li herêma di navbera gundên Mezin û Gazê yên ser bi navçeya Mabata ve li dijî siwareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Feylaq El-Şam çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn.

Di 21’ê Îlonê de yekîneyên me li bejahiya gundên Xezawî û Îska yên girêdayî navçeya Cindirêsê tankek tîpa T55 a koma çete ya Feylaq El-Şam hedef girtin û çalakiyek pêk anî. Di encama çalakiyê de tank hat rûxandin û çeteyek hate kuştin.

Di 20’ê Îlonê de li ser rêya di navbera gundên Xalta û Gobelê çalakiyek hatibû pêkanîn û me encama çalakiyê wek kuştina 2 leşkerên Tirk bi raya giştî re parve kiribû. Lê di encama agahiyên ku me nû bi dest xistin de, hate piştrastkirin ku di wê çalakiya hêzên me de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin û 2 ji wan birîndar bûne."