Zarok û ciwanên Dirbêsiyê fêrî alavên muzîkê dibin

Navenda Çand û Hunerê li navçeya Dirbêsiyê dewreyên perwerdeyê yên amûrên muzîkê ji zarok û ciwanên navçeyê re vedike.

Zarok û ciwanên Dirbêsiyê fêrî alavên muzîkê dibin
Zarok û ciwanên Dirbêsiyê fêrî alavên muzîkê dibin
Zarok û ciwanên Dirbêsiyê fêrî alavên muzîkê dibin
22 îlon, 2018   07:23

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dewreyên perwerdeyê yên sazan ji hemû temenan re dewam dike, ew jî bi armanca geşkirin û pêşxistina wê ji ber ku ew nifşên pêşerojê ne û dikarin çanda xwe ji nifşên pêşerojê re belav bikin.

Navend cihê ciwan û zarokên navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê ye, ji ber ku dixwazin perwerdeya muzîkê bibînin, ji bo wê navendê dewreyên perwerdeya tembûr, gîtar, ûd û kemanê vekiriye.

Temenê endamên perwerdeya muzîkê ji 4 saliyê heta 19 saliyê ye, perwerdeya li ser beşan hatiye parçekirin, her beşek li ser alavekê tê perwerdekirin û 4 mamosteyên taybet perwerdeyê didin.

Piştî ku kom têne avakirin, navenda çand û hunerê her 4 mehan dewreyan vedike û li gorî daxwazê têne dabeşkirin.

Di her astekê de kesên perwerdeyê dibînin, 12 dersên zanist û bîrdoziyê dibînin. Her roj perwerde li ser alavekê heye.

Berpirsê dewreyên perwerdeyê Eymen Şakir ji ajansa me re diyar kir ku armanca wan ji vekirina dewreyan ku zarok û ciwan fêrî lêdana alavên muzîkê bibin û behreyên xwe bi pêş bixin.

Şakir diyar kir ku malbat bi awayekî zêde navê zarokên xwe di dewereyan de qeyd dikin.

Mamosteyê kemanê Beha Nûh diyar kir ku her tim zarokan dixwest fêrî sazan bibin, hejmareke biçûk dixwest fêrî kemanê bibin, ji ber wê dewreyên perwerdeyê ji bo fêrkirina kemanê vekirin da ku zarok fêrî wê jî bibin.

Heta niha deriyê qeydkirinê vekirî ye. Mamoste bi pereyên kêm zarokan fêr dikin. Her ku zarok astekê ji perwerdeyê bi dawî dikin, 30 lîreyên Sûriyeyê didin navendê.

(jo)

ANHA