Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Piştî ku Tirkiyeyê ev çend roj in hevpeymana di navbera Pûtîn û Erdogan de ya girêdayî Idlibê silav kir, niha Tirkiye xwe li pêşiya rewşeke dijwar dibîne, çi eger karibe bendên hevpeymanê bi cih bûne û çi jî nikarebe bê guman nikare rê li pêşiya êrîşa leşkerî ya Rûsyayê li dijî Idlibê bigire.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
22 îlon, 2018   07:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa dawî li Sûriyeyê û astengiya Tirkiyeyê li Idlibê kirin. rojnameya bal kişandin ser pêşveçûna Hêzên Sûriya Demokratîk li ser hesabê DAIŞ'ê li devera dawî li rojhilatê Firatê ya di bin dagirkeriya wê de ye. Rojnameyan her wiha behsa nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên Îraqê ji bo avakirina hikûmeta nû. Her wiha behsa mijarên Yemen, Filistîn û serdana Erdogan a Almaniya kirin.

Şerq El-Ewsat: Tevî hevpeymana bi Tirkiyeyê re nîşanên amadekariya çalakiyeke leşkerî li Idlibê derdikevin

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan bal kişandin ser rewşa dawî ya li Idlibê. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku nîşanên ku di nava hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê de ya girêdayî Idlibê lihevkirina êrîşa leşkerî li dijî baregehên Cebhet El-Nusra û hin tabûrên radîkal hene, eger li gorî bendên hevpeymanê tevnegerin û ji devera bê çek venekişin û çekên xwe yên giran radest nekin. Şîrovekarekî siyasî ji rojnameyeke Rûsyayê re ragihand ku gemiyên Rûsya yên di derya Spî de berê namliyên çekên xwe ber bi Idlibê ve kirine.

El-Ereb: Tirkiye bi tena xwe danûstandinê bi xefka Soçî re dike

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb li ser navê hin çavdêran diyar kir ku Rûsya karibû Tirkiyeyê ber bi xefka Soçî ve bibe û got ku Rûsya herî zêde dê ji hevpeymanê sûd werbigire, çi bi ser bikeve û çi jî têk biçe. Eger hevpeyman bi ser ket, ev mijar jî bi guman e, Rûsya dê gaveke mezin ber bi çareserkirina dosya Idlibê li gorî berjewendiya xwe bê ziyan bi dest xwe ve bîne, bi taybet ew vê hevpeymanê demkî bi nav dike û di bingeh de avakirina devereke ji komên çekdar vala ye armanc dike û di encamê de wergirtina parêzgehê dê hêsantir be.

Eger hevpeyman têk biçe jî Rûsya dê karibe hinceta neêrîşkirina berfireh betal bike çi ji bo Tirkiyeyê û çi jî ji bo hêzên rojavayî ku di van demên dawî de zextên mezin li Mosko kirin da ku rê ji lihevkirinekê re veke.

El-Heyat: Dorpêça li ser Bexdadî teng dibe

Der barê qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya tunekirina çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê de, rojnameya El-Heyat diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rizgarkirina bajaroka Baxoz a jorî ji destên çeteyên DAIŞ'ê ragihand. QSD'ê di 10'ê vê mehê de destpêkirina hemleya rizgarkirina berîka dawî ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye ragihand. Piştî sê rojan ji şer û pevçûnan, hin pisporan diyar kirin ku serokê Rêxistina DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî careke din karibû bireve.

El-Bexdadî ku beriya niha di êrîşeke ezmanî de birîndar bibû karibû careke din ji êrîşa ezmanî bireve. Pisporan diyarkirin ku ew di xweveşartinê de pispor e. Pisporê Îraqî yê karûbarên rêxistinên radîkal Hîşam El-Haşimî ji AFP'ê re diyar kir ku El-Bexdadî xwe li çolistana Şamê li herêma di navbera Sûriye û Îraqê de veşartiye û di navbera El-Behac a bakurrojavayê Îraqê û bajaroka Hecîn a Sûriyeyê de tevdigere.

Iraq

Girêdayî xebatên avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Iraq dîlgirtiyê nakokiyên aliyên siyasî ye".

Rojnameya El-Heyat jî girêdayî heman mijarê behsa hilbijartina serokkomarê Îraqê kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Encama pêşbirtiya serokatiya Îraqê li benda lihevkirina kurdî ye".

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat behsa xebatên Hemas ên berfirehkirina xwepêşandanan kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Vebijêrên nû li pêşiya Hemasê li rex astengbûna agirbest û lihevkirinê".

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Heyat behsa vekirina korîdorên bi ewle ji welatiyên sivîl ên Yemenê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyonê korîdorên bi ewle ji Yemeniyan re vedike û Hosiyan milyoneke mayîn çandin".

Serdana Erdogan a Almaniya

Der barê serdana Erdogan a Almaniyayê de rojnameya El-Ereb behsa çalakiyên di bin durişmeya "Tu bixêr nehê Erdogan" li dijî serdana Erdogan a Almaniya kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "çalakiyên nerazîbûnê li Almaniya li benda Erdogan in".