Hêzên Tirkiyeyê keştiyeke nêçîrvaniyê ya Qubirsê girt

Hêzên deryayî yên Tirkiyeyê keştiyeke nêçîvaniyê ya Qubirsê ku 5 pîlotên deryayî yên Misrê tê de bûn, li nêzî berava Qubirsê ya bakur ku di bin serweriya Tirkiyeyê de ye, girt.

Hêzên Tirkiyeyê keştiyeke nêçîrvaniyê ya Qubirsê girt
22 îlon, 2018   07:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Misrê Ehmed Ebû Zêd got ku hêzên deryayî yên Tirkiyeyê keştiyeke nêçîrvaniyê ku 5 pîlotên deryayî yên Misrê tê de bûn, li berava Qubirsê ya bakur ku di bin serweriya Tirkiyeyê de ye, desteser kiriye.

Sefareta Misrê li Qubirsê ragihand ku rayedarên Wezareta Karên Derve ya Qubirsê nêzî saet 22:30'an ew agahdar kirine ku pîlotên deryayî yên Misrê hatine girtin.

Berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Misrê destnîşan kir ku sefîra Misrê li Qubirsê Mey Taha Xelîl tavilê peywendiyên xwe bi rayedarên Qubirsê re kirine.

Her wiha daxwaznameyeke fermî ji şandeya Neteweyên Yekbûyî ya aştiyê li Qubirsê UNFICYP’ê re şandine û nerazîbûna xwe ji girtina keştiya Qubirsê re nîşan dane û banga serbestberdana pîlotên deryayî kirin.

Misrê di 19'ê vê mehê de hevpeymaneke taybet ji bo veguhastina gazê bi Qubirsê re îmze kiribû.