Rewşa zarokê birîndar giran e

Ji ber gulebarana artêşa Tirk li ser gundê Xirab Korit ê bajarê Qamişloyê zarokê bi navê Abdullah Berzan birîndar bû. Abdullah niha li nexweşxaneya  Fereman di bin kontrola bijîşkan de ye.

Rewşa zarokê birîndar giran e
20 îlon, 2018   15:44

QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker saet 15:30‘an gule li gundê Xirab Korit ê bajarê Qamişlo ku 500 mîtreyan nêzî sînor e barandin, di encamê de zarokê bi navê Abdullah Berzan ku pezê xwe diçêran birîndar bû.

Abdullah li nexweşxanaya Fereman a bajarê Qamişlo di bin kontrola bijîşkan de ye. Tê gotin ku gule bedena wî derbas kiriye û rewşa wî giran e.

ANHA