Artêşa Tirk a dagirker hêza li beramberî Girê Spî bi cih dike

Hate ragihandin ku kerwanekî leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê li beramberî kantona Girê Spî bi cih bû.

Artêşa Tirk a dagirker hêza li beramberî Girê Spî bi cih dike
20 îlon, 2018   17:26

GIRÊ SPÎ

Nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku kerwanekî leşkerî yê artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê li beramberî kantona Girê Spî ber bi aliyê rojhilat ve diçû.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku kerwanê leşkerên Tirk ji sedan erebeyên leşkerî, çekên giran û panzêran pêk dihat.

ANHA