ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.09.2018
20 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Bi diruşmeya "Bi rihê Berxwedana Serdemê em salvegera 15'emîn a damezrandina PYD'ê pîroz dikin" Partiya Yekitiya Demokratîk şaxê Helebê şahiyekê li dar dixe. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Qamişlo, li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li Efrînê û bêdengiya navdewletî meşek tê lidarxistin. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed El-Salih ê ku di pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bû, li goristana Şehîd Xidir El-Hemada vedişêrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîka Şemsa Ismaîl bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Dayîka Şemsa destnîşan kir ku ruxmî girtina Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve, lê gel li ser rêgez û felsefeya wî dimeşe. Her wiha diyar kir ku fikrên Ocalan di hişên wan de mayinde ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Şervanên ku beşdarî berxwedana Serdemê li eniya şer a gundê Hemamê heta gundên Qestel Cindo û Omera bûne, ku şervan Xemgîn Çiyaşîn di nav de bû, efsaneyên lehengiyê di parastina Efrînê de pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Aldar Xelîl, destnîşan kir ku avakirina herêmeke bêçek li Idlibê ku di tîfaqên Rûsya û Tirkiyê de bi encam bûye mîna avakirina sînorekî nû di navbera Sûriya û Tirkiyê de ye û diyar kir ku Idlib bûye beşek ji Tirkiyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Fatme Mihemed ji şêniyên Efrînê ye, beriya 13 salan e tevî malbata xwe li Qamişlo rûniştiye. Bi derfetên xwe yên sînordar û ruxmî gelek astengiyan karê xwe pêşxist, xwe isabt kir û debara malbata xwe peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Ciwanê bi navê Mihemed ji ber hezkiriya wî ji şêwekariyê re piştî gelek hewl dan li ser liba kartolê(petat) karî rûyê mirovekî li ser xêz bike. Îro jî piştî ku fêrî hunera şêwekariyê bû, peykerek xwedawenda Eştar neqişand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Minbicê bi hatina zivistanê re xebat û projeyên xwe xurt dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hatina zivistanê re azarên koçberên Kampa El-Tiwêhnê ya bakurê rojavayê Tebqayê zêde dibin. Jiyana bi hezaran koçberan ji ber kêm alavên germkirinê û di nav nekarîbûnên rêxistinan de di xeteriyê de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zihûr û Nûr bi şevê pêşiya xwe nabînin, lewra dayika wan zû xwarinê ji wan re amade dike û û di xew de dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Buroya Xebitandinê ya girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî û Meclisa Sivîla Reqayê derfetên kar ji zêdetirî 2 hezar û 500 kes re peyda kir. Her wiha xebatên xwe jî bi armanca kêmkirina rêjeya bêkariyê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Navenda Lêkolînên Zanistî ya Hesekê ji bo pêşxistina warê çandiniyê li herêma Cizîrê gelek xebat dimeşîne. Her wiha navendê piştî xebatên salekê pirtûkek ku nexşerêyek çandiniyê li ser asta herêma Cizîrê dihewîne amade kir. Di pirtûkê de ax di gelek aliyan de tê nirxandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA