Li Til Tewîl navenda Tendurisityê ku xizmeta 16 gundan dike hate vekirin

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê li bajaroka Til Tewîl ê kantona Hesekê navenda tenduristiyê vekir. Navend xizmetê pêşkêşî 16 gundan dike.

Li Til Tewîl navenda Tendurisityê ku xizmeta 16 gundan dike hate vekirin
Li Til Tewîl navenda Tendurisityê ku xizmeta 16 gundan dike hate vekirin
Li Til Tewîl navenda Tendurisityê ku xizmeta 16 gundan dike hate vekirin
Li Til Tewîl navenda Tendurisityê ku xizmeta 16 gundan dike hate vekirin
19 îlon, 2018   20:36

HESEKÊ

Bajaroka Til Tewîl 3 km dikeve bakurê bajarê Hesekê, 15 gund girêdayî wê ne, niştecihên wê 16 hezar kes in. Şêniyên gundê girêdayî Til Tewîl ji ber tunebûna navendên tenduristiyê azar dikişandin, ji ber vê yekê neçar diman ku biçin navenda bajêr. Şêniyan gelek caran daxwaza vekirina navendeke tenduristiyê kirin.

Li ser vê yekê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê îro bi merasîmekê navend li gund vekir.

Di merasîmê de, bi dehan şêniyên herêmê, kadroyên tenduristiyê, hevseroka meclisa Til Tewîl û Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso amade bûn.

Kesên axivîn vekirina navendê li şêniyan pîroz kirin û wekî gaveke erênî ji bo xizmeta şêniyan bi nav kirin, hate gotin ku vekirina vê navendê berhemên keda şehîdan e.

Navend ji aliyê dayikên şehîdan ve hatin vekir, paşê beşdaran derbasî navendê bûn.

Derbarê mijarê de welatiyê Mehmûd El-Hetlo yê ji Til Tewîl spasiya desteyê kir û got ku bi vekirina navendê barê wan sivik bû û destnîşan kir ku ji ber tunebûna navendên tenduristiyê û dermanxane ew neçar diman biçin heya bajar.

Hemşîreya navendê, Buhar diyar kir ku li nexweşxaneyê du bijîşk û 4 hemşîre hene, rojane 8 saetan dixebitin û derman bi belaş pêşkêş dike.

Buhar diyar kir ku navend ji 3 beşan pêk tê, Jin, zarok û destwerdana lezgîn.

ANHA