Partiya Sûriyeya Pêşerojê  xwe bi şêniyên Minbicê re da nasîn

Endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên gundê Eseliya yê Minbicê re civiya û partî bi wan dane nasîn.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê  xwe bi şêniyên Minbicê re da nasîn
Partiya Sûriyeya Pêşerojê  xwe bi şêniyên Minbicê re da nasîn
Partiya Sûriyeya Pêşerojê  xwe bi şêniyên Minbicê re da nasîn
Partiya Sûriyeya Pêşerojê  xwe bi şêniyên Minbicê re da nasîn
Partiya Sûriyeya Pêşerojê  xwe bi şêniyên Minbicê re da nasîn
19 îlon, 2018   19:01

MINBIC

Bi armanca pênasekirina partiyê û armancên wê, endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên gundê Eseliyê yê herêma Minbicê re civiya. Bi dehan şêniyên gund di civînê de amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê jî endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mustefa Hengorî axivî.

Mustefa anî ziman ku pêwîste dawî li aloziya Sûriyeyê ku gel xistiye trajîdiyekê de were anîn û got: "Me ev partî ava kir, da ku bibe bingeha çareseriyê."

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El-Maşî jî axivî û armancên partiyê destnîşan kir û ev tişt anî ziman: "Xizmeta welatiyan, pêşxistina rola jin û ciwana armanca partiyê ye."

El-Maşî, her wiha diyar kir ku ew jî diyalogên çareserkirina aloziyê û avakirina pêşerojeke demokratîk re vekirîne.

Endama Buroya Rêxistina Jin a partiyê Nêrmîn Muslim jî axivî û tekez kir ku destekê didin jinan û wiha bi lêv kir: "Ji bo avakirina civakeke azad û derbaskirina nezanbûnê, her wiha rêgirtina li ber tundiya ji ser jinan û pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de û pêşxistina aboriya jinan em piştgiriyê didin jinan."

ANHA