Reqa du pakrewanên xwe oxir kirin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê Elî El-Ewed û şervanê QSD'ê Ebdulezîz El-Cinêd (Ebû Îsamîl) li goristana Şehîdan a gundê Hikûmiyê ya Reqayê hatin veşartin.

Reqa du pakrewanên xwe oxir kirin
Reqa du pakrewanên xwe oxir kirin
Reqa du pakrewanên xwe oxir kirin
Reqa du pakrewanên xwe oxir kirin
Reqa du pakrewanên xwe oxir kirin
19 îlon, 2018   18:40

REQA

Kerwanê oxirkirina cenazeyên şehîdan ku bi çîçek û alên QSD û Hêzên Ewelekariya Hindirîn hatinbûn xemilandin ber bi goristana Şehîdan a gundê Hikûmiyê ve bi rê ket.

Li goristanê merasîmeke leşkerî pêk hat.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Selah Ebû Waîl, bi navê QSD'ê Feysel Ebû Ezîz, bi navê Malbatên Şehîdan Ebdulezîz û bi navê Meclisa Jinên Reqayê Zuleyxa Ebdî axivîn.

Kesên axivîne sersaxî ji malbatên şehîdan re xwesetin û hate gotin ku ne ji şehîdan baye, aramî û ewlehî pêk nedihat.

Di axaftinan de, banga xwedî derketina li xwîna şehîdan hate kirin û soza şopandina xeta wan hate nûkirin.

Wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan haitn kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîdan li ser milên xwe kirin û di nav dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA