Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dawî bû

Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyên herêma Tebqayê bi erêkirina rêzikanameya yekitiyê û hilbijartina rêveberiya nû bi dawî bû.

Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dawî bû
Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dawî bû
19 îlon, 2018   18:22

TEBQA

Yekemîn Konferansa Yekitiya Mamosteyan a herêma Tebqayê bi dirûşma "Dest bi dest ber bi avakirina nifşên pêşerojê ve" li Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî ya ya taxa Yekem a bajarê Tebqayê îro dest pê kir. Şande ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, kesayetên navdar û bi dehan mamosteyên herêmê di konferansê de amade bûn.

Piştî axaftina Emîna Umer, Hevserokê Meclisa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid El-Ferec axivî û bi xêrhatina mamoste û şanadeyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir û cangoriyên azadiyê bi bîr anîn.

El-Ferec mamoste muxateb kir û got: Rakirina hişmendiya tarî ya ku DAIŞ'ê di mejiyê zarokan de çandibû emanet di stuyê we de ye." Hamid El-Ferec girîngiya avakirina nifşeke azad û belavkirina çanda biratiya gelan destnîşan kir.

Piştî axaftinan, rêziknameya Yekitiya Mamosteyan hate xwendin û li ser bendên wê nîqaş hatin vekirin û li gorî erêkirina hemû mamosteyan rêzikname hate pejirandin.

Di dawiya konferansê de, desteya rêveber a Yekitiya Mamosteyan ku ji 7 endaman pêk tê hate hilbijartin.

ANHA