Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê di xizmetê de ye

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê bi merasîmekê navenda tenduristiyê ya bajaroka Girkê Lengê aktîv kir.

Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê di xizmetê de ye
Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê di xizmetê de ye
Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê di xizmetê de ye
Navenda Tenduristiyê ya Girkê Legê di xizmetê de ye
19 îlon, 2018   15:47

QAMIŞLO

Komîteya Tendurisityê ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê piştî ku navenda tenduristiyê ya bajaroka Girkê Legê serererast kir û kadroyên tenduristiyê dabîn kir, ji nû ve navend vekir.

Navned ji 3 beşan pêk tê, "jin, zarok û hinav, her wiha labratorî, dermanxane, beşê ambulans û aşlekirin ". Di navendê de 13 kes di navbera bijîşîk û hemşîre de dixebitin, navend rojane ji saet 08:00 heya 14:00'an vekiriye.
Bi armanca vekirina navendê merasîmeke hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên navçeyê û kadroyên tenduristiyê amdebûn.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl Îsmaîl axivî û vekirina navendê li şêniyan pîroz kir. Mihemed Cemîl vekirina navendê wekî gaveke ber bi pêşxistina beşê tenduristiyê ve bi nav kir.

Bi nave Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê, Behzad Ehmed jî axivî. Behzad diyar kir ku ew xizmeta welatiyan bikin û rê li ber belavbûna nexweşiyan bigirin.

Behzad destnîşan kir ku ew ê navendên tenduristiyê li hemû bajaro û navçeyan vekin.

Navend ji aliyê dayika şehîd Xebat Şadiya Îbrahîm ve hate vekirin.

ANHA